Li Skandînavyayê wê ji bo Ocalan çalakî bên lidarxistin

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurdistaniyên li welatên Skandînavyayê dijîn wê di dawiya hefteyê de tevî dostên xwe çalakiyan li dar bixin.

Di çalakiyan de ku wê bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê bên lidarxistin, wê bomberdûmana dewleta Tirk li Kurdistanê, êrîşên li dijî gelê Kurd û helwesta dijminane ya li dijî Rojava bên şermezarkirin.

Navendên Civaka Demokratîk bi wesîleya çalakiyan daxuyanî dan û diyar kirin ku ew tecrîda li ser Ocalan qebûl nakin û tecrîd nikare têkiliya navbera wan û Rêberê wan bibire.

Rêxistinan bêdengiya welatên Skandînavyayê, Yekîtiya Ewroap û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) rexne kirin û bang li Kurdistanî û dostên wan ên li welatên Skandînavyayê dijîn kirin ku tevlî çalakiyan bibin.

Cihên ku çalakî lê bên lidarxistin:

STOCKHOLM
9'ê Kanûnê roja Şemiyê saet di 13:00 de
Meş û mîtîng
Cih: Norra Bantorget

STOCKHOLM
10'ê Kanûnê roja Yekşemê saet di navbera 11:00-17:00 de
Çalakiya konê agahdarkirinê
Cihê: Mynttorget (Li pêşiya parlamentê)

GOTEBORG
10'ê Kanûnê roja Yekşemê saet di 16:00 de
Meşa bi meşaleyan
Cih: Milleniumplatsen

DANÎMARKA
Kopenhag, 10'ê Kanûnê roja Yekşemê saet di 15:00 de
Mîtîng
Cih: Kultorvet

NORWÊC
Oslo, 9'ê Kanûnê roja Şemiyê saet di 18:00 de
Mîtîng
Cih: Trafikanten

FÎNLANDIYA
Helsînkî, 9'ê Kanûnê roja Şemiyê saet di 13:00 de
Mîtîng
Cih: Li pêşiya Stockmanê