'Li Skandînavyayê 24’ê Adarê em ji bo Efrînê li meydanan bin'

Hemû Kurdistaniyên li welatên Skandînavya û pêşverû-demokratan ji raya giştî xwestin ku ji bo dewleta Tirk û welatên Rojavayî ku li bara komkujiyan bêdeng in, şermezar bikin, 24’ê Adarê Şemiyê, li meydanan bin.

Platforma Hevgirtina Berxwedana Efrînê, Komîteyên Rojava bi hev re bang li hemû Kurditaniyên li welatên Skandînavya, parêzvanên mafê mirovan, raya giştî ya şoreşger-demokratîk kirin ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ji bo ku li rex Efrînê bin 24’ê Adarê, Şemiyê derkevi meydanan.

Di daxuyaniyê de hate gotin siberoja Efrînê û Rojava bandorê ne tenê li Kurda li kêmarên etnik û dînî yên herêmê dike û hate gotin divê destûr neyê dayin ku dewleta Tirk û çeteyên OSO li ber çavê cîhanê sûcê şer û mirovahiyê bikin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku welatên Rojavayî bi dengê kêm dixwazin li ser tiştên ku dibin xwe bidin alî û hate gotin, ‘’Dewletên emperyalist bi bêdengiya xwe bûne hevkarê sûc ê dewleta Tirk û çeteyên bermahiyên DAÎŞ’ê.’’

Hate xwestin ku hemû Kurdistanî û pêşverû-demokrat ên welatên Skandînavya li dijî dewleta Tirk û welatên Rojavayî ku li bara komkujiyan bêdeng mane 24’ê Adarê derkevin meydanan.

Cihê ku çalaki wê werin kirin:

SWÊD

Stockholm

Norra Bantorget, saet 13.00

Göteborg

Götaplatsen, saet 13.00

Lund

Clemenstorget, saet 14.00

FÎNLANDIYA

Helsînkî

Ber Dêra Beyal, saet 16.00

DANÎMARKA

Kopenhag

Vesterbro Torv, saet 13.00