Li siyasetmedar Aysel Tûglûkê 3 sal cezayê girtîgehê hate birîn

Li siyasetmedar Aysel Tûglûkê bi hinceta ‘’propagandaya rêxistinê’’ 3 sal cezayê girtîgehê hate birîn.

Rûniştina biryara doza parlamentera berê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HDP) Aysel Tûglûk ku bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ dihat darizandin, di 14’ê Çileyê de li Dadgeha Cezayê Giran a 6’emîn a Amedê hate dîtin.

Aysel Tûglûk ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê beşdarî rûniştinê nebû lê belê parêzerç wê Serdar Çelebî di rûniştina biryarê de amade bû. Dadgehê bi hinceta ‘kirina propagandaya rêxistinê’ xwest ku ceza li Aysel Tûglûkê were birîn.

Heyeta Dadgehê ya biryara xwe eşkere kir, bi hinceta ‘kirina propagandaya rêxistinê’ 3 sal cezayê girtîgehê li Aysel Tûglûkê birî. Dadgehê cezayê hatî birîn kêm nekir û biryar da ku têkildarî biryara hatî dayîn ragihandina taloqkirina biryarê nayê qebûlkirin.

TÊKILDARÎ DOZÊ

Derheqê parlemantera berê ya HDP’ê Aysel Tûglûkê de ji ber axaftineke wê ya li ser televizyonê ya di 29’ê Kanûna 2010’an de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve bi hinceta ‘kirina propagandaya rêxistinê’ lêpirsîn hatibû destpêkirin. Li gel temambûna lêpirsînê derheqê Aysel Tûglûkê de ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 6’emîn a Amedê ve doz hate vekirin. Di sala 2012’yan de ku darizandinê berdewam dikir, girêdayî guherîna sûcên propagandayê doz hatibû taloqkirin.

Di sala 2015’an de li Wanê derheqê Aysel Tûglûkê de bi heman hincetê dozeke din hate vekirin.

Di encama darizandinê de cezayê ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Wanê hatî birîn, di sala 2022’yan de ji aliyê 3’yemîn Dadgeha Bilind ve hate erêkirin. Girêdayî vê biryarê doza li Amedê ya derheqê Aysel Tûglûkê de hatî vekirin, ji nû ve hate dîtîn.

Di rûniştina biryarê ya 14’ê Çileyê de 3 sal cezayê girtîgehê li Aysel Tûglûkê hate birîn.

JI BER NEXWEŞIYA XWE HATIBÛ TEHLIYEKIRIN

Aysel Tûglûk a ku di sala 2016’an de ji ber xebatên xwe yên di Kongreya Civaka Demokratîk de hatî girtin, bi hinceta ‘rêveberiya rêxistinê’ 10 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Aysel Tûglûk li girtîgehê bi nexweşiya demansê ket û piştre girêdayî rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) ku li gorî raporê Tûglûk ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê nikare li girtîgehê bimîne, di 27’ê Cotmeha 2022’yan de ji Gîrtîgeha Tîpa F a Kandirayê hatibû berdan.