Li Şirnex, Mêrdîn, Sêrt û Stenbolê çalekiyên Zimanê Kurdî

Li Şirnex, Mêrdîn, Sêrt û Stenbolê çalekiyên Zimanê Kurdî

Di pêşengiya TZP-Kurdî de bi boneya daxwaza "Perwerdehiya Zimanê Zikmakî" û rakirina "Sonda Me" ya ji dibistanan, çalakiyên boykotkirina dibistanan bedewam dikin. Li Şirnex, Mêrdîn, Sêrt, Stenbol û gelek navendên din li ber Midûriyetên Perwerdehiyê, dibistanan û kolanan çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. Di daxuyaniyan de pirsa "Dê heta kengî hebûna kurdan bibe qurbana hebûna tirkan?"

ŞIRNEX
Li navçeya Elkê ya Şirnexê Rêxistina BDP'ê ya Elkê, bi boneya daxwaza "Perwerdehiya Zimanê Zikmakî" û rakirina "Sonda Me" ya ji dibistanan, çalakiyên boykotkirina dibistanan pêk anî. Rêveberên BDP'ê li ber avahiya BDP'ê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Rêveberê BDP'ê Celil Kiliç daxuyanî da û xwest daxwazên kurdan bên qebûlkirin.

MÊRDÎN

Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê jî bi heman armancê îmzeyên ku ji stantan kom kirin, teslîmî Midûriyeta Perwerdehiyê ya Mêrdînê kirin. Girsê piştî daxwazname teslîmî Midûriyeta Perwerdehiyê kir, Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê Reşat Kaymaz, diyar kir ku wekî BDP'ê û TZP-Kurdî piştgiriyê didin boykota dibistanan û wiha got: "Em dibêjin lazime hemû ziman azad bin. Em dixwazin zimanê kurdî jî zimanê fermî û perwerdehiyê be. Em dixwazin zimanê kurdî jî duyemîn zimanê fermî be."

Piştî daxuyaniyê kom bi siloganan belav bû.

SÊRT

Li navçeyên Misircê û Dihê yên Sêrtê jî bi heman armancê çalakî hatin lidarxistin. Rêxistina BDP'ê ya Misircê bi daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî li Kolana Hunerê daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên saziyên sivîl û partiyên siyasî tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankartên "Jiyan bi Kurdîi xweşe", "Kurdî bi jiyaneke azad xweşe", "Zimanê me rûmeta me ye", "Bê ziman jiyan na be" vekirin. Rêveberê BDP'ê yê Misircê Şukru Çîçek, daxuyanî da û daxwazên kurdan anî ziman.

Li navçeya Dihê ya Sêrtê jî bi heman armancê Rêxistina BDP'ê li ber avahiya BDP'ê daxuyanî da çapemeniyê. Li vir jî rêveberên BDP'ê û endamên meclisa şaredariyê tev lî çalakiyê bûn. Komê pankartên "Zimane me mafê me yê xwezayî ye", "Bê ziman jiyan nabe", "Civak bê zimanê xwe tê naskirin", "Zimanê me hebûna meye" vekir û daxuyanî da. Rêveberê BDP'ê Huseyîn Alan daxuyanî xwend û daxwazên xwe anîn ziman.
STENBOL
Rêxistina BDP'ê ya Kadikoyê li ber Dibistana Seretayî ya Goztepe Halil Turkkanê daxuyanî da çapemeniyê. Li vir ji heman dowîz û pankart hatin vekirin û daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî hat kirin. Li ser navê komê welatiya bi navê Sultan Baştaş, û daxwazên perwerdehiyê anî ziman. Rêveberê BDP'ê yê Kadikoyê Kiyasettin Cuheylan, jî daxuyanî da û diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê teqez perwerdehiya zimanê zikmakî bê dayin. Daxuyanî bi siloganan bi dawî bû.