Li sînor berxwedêrekî Arnavut ê 60 salî
Li sînor berxwedêrekî Arnavut ê 60 salî
Li sînor berxwedêrekî Arnavut ê 60 salî
Rifat Horoz ê 60 salî ku bi eslê xwe Arnavut e, tevî temenê xwe jî bi rengekî ku careke din venegere di nav berxwedanê de cihê xwe girt. Horoz diyar kir ku tiştên li Kobanê rû didin bi tiştên ku Osmaniyan aniye serê wan mîna hev in û bang li tevayî gelên Tirkiyeyê kir da ku bibin parçeyek ji wê berxwedanê.
Li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê ku ji gelek gel û baweriyan pêk tê derbasî dîrokê dibe, di nobeta berxwedanê ya li sînor jî wekî berxwedana mewziyan de gelek welatiyên ji gelên cuda cih digirin. Welatiyê bi navê Rifat horoz ê ku eslê xwe ji Sînopê ye û koçberê Arnavut e bi berxwedanê 60 saliya xwe li pey xwe hişt û cara yekem û dawî hate Kurdistanê. Horoz ê ku ev 15 roj in li gundê Miseynterê ye û tevlî berxwedanê bû piştî çalakiya nobotê wê ji Kurdistanê neçe û li Kobanê bi cih bibe. Horoz berê hewl daye ku derbasî Kobanê bibe lê ji ber ku nekariye li ser sînor maye û tevlî nobetê bûye. Horoz diyar kir ku biçûk be jî xwestiye wisa tevlî berxwedana Kobanê bibe.
HER TIŞTÊN XWE LI PEY XWE HIŞT Û TEVLÎ BERXWEDANÊ BÛ
Horoz, piştê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê destpê kir mala xwe ya li Kocaeliyê dide malbateke ji Kobanê hatiye û di heman demê de tiştên xwe jî firotiye û daye kampanyayên alîkariyê, tenê çend tişt kiriye çenteyê xwe û careke din venegere mala xwe berê xwe daye Kobanê. Horoz ê ku nikarî tevlî berxwedana dîrokî ya YPG û YPJ’ê bibe ji roja ewil heta niha bûye parçeyeke nobeta berxwedanê. Horoz li qada nobetê tevlî jiyanê dibe û rojê 2 saetan nobetê digire û di nava rojê de jî tevlî jiyana komunal dibe û bûye parçeyeke jiyana li gund nû tê hûnandin.
ROJA DU SAETAN NOBETÊ DIGIRE
Horoz tevî temenê xwe yê mezin saet di 04.00-06.00’an de li nuqteya ji aliyê asayîşê ve hatiye diyarkirin de nobetê digire û di nava rojê de jî xebatên xwendin perwerdehiyê dike.
Horoz ê ku li gund jiyana ji aliyê welatî û berxwedaran ve tê hûnandin cih digire û bi vî rengî ji bo ciwanan dibe mînak.
‘ÊŞA KOBANÊ BERIYA BI SALAN OSMANIYAN BI ME DA JIYAN’
Horoz da zanîn ku ji ber tehdîda komkujiyê ya li hemberî Kobanê tevlî vê berxwedanê bûye û ji ber ku modela li Kobanê li dijî berjewendiyên emperyalîstan e êrîş tê kirin. Horoz bilêv kir ku êşên gelê Kobanê dijî di demên buhrî de Osmaniyan û Tirkiyeyê bi wan dane jiyîn û wiha got: “Di destên me de dîrokeke nivîskî nîn e lê kalên min tiştên ku qewimîne ji min re vedigotin. Niha li Rojava komkujiyên berhemên heman paradîgmayê ye tên ferzkirin.”
PIŞTÎ SERKEFTINÊ WÊ LI KOBANÊ BI CIH BIBE
Horoz ê ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dibêje “Rêbertî” got ku divê gelê Kurd û dostên wan ji îro û şûn ve wekî her tim wê şer hebe jiyana xwe amade bike û parastina xwe ya cewherî pêk bîne. Horoz anî ziman ku piştî Kobanê bi ser keve wê derbasî Kobanê bibe û li wir bi cih bibe, heta ji destên wê bê wê tevlî berxwedanê bibe.
Horoz qala jiyana komunal a di nobeta berxwedanê de jî kir û bi taybetî bal kişand li ser sûdên ji perwerdehiyê tên girtin û bi perwerdehiyên bi roj tên kirin berxwedêr xwe ji nû ve diafirînin. Horoz bang li gelên Tirkiyeyê jî kir û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Dive hemû kes bên vir û tevli berxwedanê bibin. Ez dixwazim bi gelê Kobanê re bin. Li vir qadên berxwedanê hene li vir gelek tiştên bên hînbûn hene. Gelek tiştên ku em ji gelê kurd hîn bibin hene. Welatiyên ku bi derewên derweta faşîst ve mejiyên wan hatiye şuştin heke dixwazin rastiyan bibînin divê bên Kurdistanê û bixwe bibînin.”