Li Sîlîvriyê girtî nayên derman kirin
Li Sîlîvriyê girtî nayên derman kirin
Li Sîlîvriyê girtî nayên derman kirin
Xebatkarê YAKAYDER’ê Kemal Aydin ku li girtîgeha Sîlîvrî tîpa L hêjmar 3 girtiye, li rexmî ku nexweşiya dil ya giran pê re heye jî, tê xwestin bi kelepçe bê muayene kirin ji ber wê nayê derman kirin.
Yakup Nazlican ku 26’ê Nîsana 2013’an li Girtîgeha Sîlîvriyê di doza “KCK”ê hate berdan ragihand ku, Serokê berê yê BDP’a Stenbolê Mustefa Avci û xebatkarê Komeleya Kesên Xizmên xwe Windakirî (YAKAYDER) Kemal Aydin ku nexweşê dile, li girtîgeha Tîpa L ya hêjmar 3 li gel hev diman, pirsgirêkên cidî yên tenduristiya wan hene. Aydin ku nexweşiya dil ya giran lê ye, li ser ferz dikin ku dê bi kelepçeyê bê muayene kirin, ji ber vê çendê nayê derman kirin.
Li girtîgehên Tirkiyeyê ku di pêkanînên îşkence, binpêkirinên mafan û dervey mirovî sînoran nas nake, her roja ku diçe nûçeya eziyetek din tê. Îdareya Girtîgeha Sîlîvriyê di pêkanînên keyfî û bêhiqûqî de li gel girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê pêşbirkê dike. Yakup Nazlicanê 27 salî ku li Girtîgeha Sîlîvriyê ji ber doza “KCK”ê di 6.5 mehan girtî ma, ji aliyê 22’mîn Dadgeha Cezayê Giran 26’ê Nîsana 2013’an hate berdan û li gel siyasetmedarên BDP’yî di yek qawişê de dima, balkişande ser pêkanînên keyfî yên li ser siyasetmedaran.
NAYÊN DERMAN KIRIN
Nazlican ragihand ku, Kemal Aydinê nexweşê dil, her roja ku diçe rewaşa wî girantir dibe. Kemal Aydinê ku beriya demek kurt anjiyo bû, pêwîste emeliyata by pass bibe, lê belê ji ber ku dema diçin derman kirinê cendirme li ser ferz dikin ku dê bi kelepçe bêne dermankirin, nayê emeliyat kirin. Nazlican anî ziman ku, Serokê berê yê BDP’a Stenbolê Mustefa Avci jî di dema lîstika futbolê ya li girtîgehê de lingê xwe şikand, got: “Pêwîstbû ku Avci bilezgîn rakin nexweşxaneyê, ji ber eziyeta muayeneya bikelepçe ku bûye parçeyek ji jiyanê qebûl nekir biçe nexweşxaneyê. Niha gelek êşên wî hene.”
TOLHILDANA ÇALAKIYA BIRÇÎBÛNÊ DIDOME!
Nazlican destnîşan kir ku, çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ya 67 rojan dom kir, tola wê ji girtiyên PKK û KCK’ê hildigirin û dawî li cezayên dîsîplînê nayê. Nazlican diyarkir ku, “Ceza li hemû girtiyên tevlî çalakiya birçîbûnê bûne dibare. Ji hemû girtiyên tevlî çalakiya birçîbûnê ya 67 rojan domkir, 15 meh cezayê hevdîtinê, qedexeya nameyan. Ev çi standarta cotkiye. Hûn dê aliyekê bêjin aşitî, li aliyê din jî li girtiyên ku piştgiriya herî mezin dayîn çareseriyê ceza bibarînin.”