Li Siegenê ji bo Rojava şeva piştevaniyê hate li darxistin
Li Siegenê ji bo Rojava şeva piştevaniyê hate li darxistin
Li Siegenê ji bo Rojava şeva piştevaniyê hate li darxistin
Li bajarê Sîegen yê Almanyayê ji bo Rojavayê Kurdistanê şevek ya piştevaniyê hate amadekirin. Di şevê de Kurdên Ewropayê xwedî ligelê Rojavayê Kurdistanê ku bi tekoşînekî mezin şoreş pêkanîn derketin û banga piştgiriyê kirin.
Di çarçoveya kampanya alîkariyê ya ji bo Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê Heyva Sor a Kurdistanê ve li Ewropa hatî destpê kirin, li bajarê Siegen yê girêdayî Giessen yê Almanyayê şevek ya piştgiriyê hate lidarxistin.
Şeva ku di pêşengiya Meclisa Jinan ya Berçem ve hatî amade kirin, Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş, Parlementera Berê ya Parlementoya Ewropayê Feleknaz Uca, Alîkarê Serokê YEK-KOM’Ê Bahatîn Dogan, alîkara Serokê Partiya Çep ya Kolnê Hamîde Akbayir, li ser navê Partiya Çep ya Siegenê Martîn Grebner jî heyî bi sedan kes tevlîbûn.
Şeva ku bi deqîqeyek rêzgirtinê destpêkir, Nazlî Turan li ser navê Meclisa Jinan ya Berçem axaftina vekirinê kir. Turan silav li şoreşa gel ya Rojava û artêşbûyîna jinan kir û bang li Kurdistaniyên li Ewropayê kir ku, piştgiriyek xurt bidin Rojava.
Martin Grebner jî li ser navê Partiya Çep ya Siegenê axivî û da diyarkirin ku, ew piştgiriyê didin şoreşa Rojava û ew di nava piştevaniyê de ne.
Di şevê de Alîkara SEroka Partiya Çep ya Kolnê Hamîde Akbayir, Parlementera Berê ya Parlementoya Ewropayê Feleknaz Uca, Alîkarê Serokê YEK-KOM’ê BAhatîn Dogan axaftin kirin û banga piştevaniya bi Rojava re kirin.