Li serwerên Google, Facebook û Skype ê, FBI digere
Li serwerên Google, Facebook û Skype ê, FBI digere
Li serwerên Google, Facebook û Skype ê, FBI digere
Rojnameyên "Washington Post" û "Guardian" eşkere kirin ku Ajansa Ewlekariya Netewî ya Emerîkayê (NSA) û FBI, dikevin serwerên malperên mezin ên înternetê yên Emerîkayê. FBI dikeve serwerên Microsoft, Yahoo!, Google û Facebook û bi vî rengî xebatên biyaniyan dişopîne.
Wezîfedarekî ber yê îstîxbaratê, dokûmanterên ku NSA bi kargehên înternetê re hevkariyê dike, radestî "Washington Post" kir. Bernameyeke bi navê "PRISM" di sala 2007'an de dest bi kar kir. Bi vê yekê re NSA bi rêya portalekê dikare bi serwerên kargehan re were girêdan û li agahiyên bikaranînerên malperê yên "li derveyî welat" temaşe bike.
Li gorî qanûna Emerîkayê, bêyî biryara dadgehê welatî nikarin werin şopandin. Lê belê yên li derveyî DYE ne, nikarin vê parastinê sûdê werbigirin û bi awayekî "qanûnî" di her kêliyê de dikarin werin şopandin.
BI AWAYEKÎ ZINDÎ DI SKYPE DE DIŞOPÎNIN
Microsoft, Yahoo!, Google, Facebook, Skype, AOL, YouTube, Apple û PalTalk jî tenê çend ji van malperan e. Tê gotin dosya parvekirinê ya bi navê Dropbox, wê bandoreke mezintir li sîstemê bike.
Rojnameya Guardian jî diyar kir ku NSA xwe bi hêsanî digihêjîne maîl, vîdeo, sohbetên bi deng, vîdeo, wêne, sohbet, transfera dosya, detayên tevna sosyal ên li ser Skype. Dîsa li gorî rojnameyê, danûstandina li ser Skype bi awayekî zindî tê şopandin.
Ev erka sîxuriyê, bi qanûneke di dema George W. Bush hatibû dayîn. Barack Obama jî di Qanûna sala 2012'an de qanûn nû û erê kir.