Li Sêrt û Edeneyê operasyonên qirkirina siyasî

Li Sêrtê du rêveberên HDP’ê û li Edene jî kesek hate binçavkirin.

Her ku referandûm nêz dibe rejîma AKP/Qesrê operasyona qirkirina siyasî giran dike. Li Sêrtê du rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçeyê û li Edene jî kesekî ku li ser biryara girtinê hebû, hatin binçavkirin.

SÊRT

Li Sêrtê berê sibehê bi hevdemî bi ser malan de girtin. Di operasyonê de ku Rêvebrê Bajêr ê HDP’ê Mehmet Polat û rêveberê navçeyê yê navendê yê HDP’ê Hayrettîn Ozemîr hatin binçavkirin.

Polat û Ozdemîr birin Fermandariya Jendermeyan a Bajêr û bi îdîaya "alîkariya rêxistinê" dest bi lêpirsîna wan kirin.

EDENE 

Li Edene şevê din polîsan bi ser Taxa Gulbahçe a Seyhanê de girt û Ahmet Bahadir ê ku li kafeyekê rûniştibû bi sedema ku biryara girtina wî hatiye dayin binçav kirin. Bahadir birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.