Li Serêkaniyê û Cezaayê çete derbên giran dixwin

Li Serêkaniyê û Cezaayê çete derbên giran dixwin

Çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ li derdora Serêkaniyê û Cezaa yên Kantona Cizîrê derbên giran ji YPG/YPJ'ê dixwin. Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku di şerê dawî yê li Serêkaniyê de 21, li Cezaayê jî 11 çete hatine kuştin. Di pevçûnên li van her dû cihan de 2 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê ragihand ku operasyona hêzên YPG/YPJ'ê ya li başûr û başûrrojavayê Serêkaniyê dewam dike û der barê encamên şerê li Serêkaniyê û Cezaayê de ev agahî da:

DI ŞERÊ LI DERDORA SERÊKANIYÊ DE 21 ÇETE HATIN KUŞTIN

"Operasyona ku hêzên me li başûr û başûrrojayê Serêkaniyê dane destpêkirin dewam dike. Duh êvarê saet 17:00'an de, li gundê Ebubekîr ku pêr hatibû rizgarkirin û gundê Resîm El Hacir ê li heman herêmê, komên çete êrîşek pêk anîn. Li ser bersiva hêzên me, şerê dijwar dewam kir û di encamê de bi qasî ku hatiye tesbît kirin 21 çete hatin kuştin.
Hevalekî me ku di şer de bi qehremanî û fedekariyek mezin şer kir şehîd ket.

11 ÇETE DUH BI ŞEV LI CEZAA HATIN KUŞTIN

Komên çete şevê din saet 02.30'an, li başûrê Cezaa li êrîşî gundê Qureys kirin. Li ser vê yekê hêzên me mûdaxle kirin û heta saetên sibehê li derdora gund şer dewam kir. Di vî şerî de yek jê Hammer 2 wesayitên çeteyan hatin rûxandin û 6 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn. 

Hevalekî me ku di derxistina çeteyan a ji herêmê de rolek mezin leyist, bi qehremanî şer kir û şehîd ket. 

Hêzên me îro sibehê saet 09.30'an, li gundên Misterîha û Fîlîstîn ên li başûrê Cezaa, li hemberî noqteyeka çeteyan çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de wesayitek hat rûxandin û bi qasî ku hatiye tesbîtkirin 5 çete hatin kuştin."