Li Serêkaniyê mala cebilxaneya çeteyan hat îmhakirin
Li Serêkaniyê mala cebilxaneya çeteyan hat îmhakirin
Li Serêkaniyê mala cebilxaneya çeteyan hat îmhakirin
Şervanên YPG’ê yên li hemberî çeteyên DAIŞ li Serêkaniyê çalakiyên xwe zêde kirine, maleke ku çeteyan wek cihê cebilxane bi kar dianîn tune kirin. Di çalakiyeke din jî wesayîtek hat rûxandin, gelek çete hatin kuştin û birîndarkirin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê, diyar kir ku şervanên YPG’ê li Serêkaniyê li hember çeteyên DAIŞ du çalakiyên cuda li dar xistine.
Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:
“Êvara 13'ê Îlonê ji aliyê hêzên me yên YPG’ê li hember qadên Til Eyd, Til Marûf û Ebugayf a giredayî Til Hemis a ku çeteyên DAIŞ’ê xwe bi cih kiribûn operasyonek şoreşgerî hat destpêkirin. Der bare operasyona ku cih bi cih şer û pevçûn rû didin û encamen vê de em ê paşê agahiyên berfirêh bi raya giştî re were parvekirin.
Roja 13’ê Îlonê seat 22.30'an dê hêzên me di navbêra gundên Negra û Simat a dikevê başûrê Serêkaniyê li hember çeteyên DAIŞ’ê çalakiyêk hat lidarxistin. Çalakiya ku wesayîtêk çeteyan bi temamî hatiye rûxandin de çend çete hatin kuştin û hatine birîndarkirin ne hatiyê zelalkirin. Çeteyan heman vextê de xwestin bikevin gundê Simatê jî, lê hêzên me bersivêk tund dan çeteyan û neçar man paşvê vekişin.
Êvara 13’ê Îlonê hêzên me çeteyên DAIŞ’ê ku li gundê Ravya ye rojavaye Serêkaniye xwe bi cih kiribûn çalakiyêk li dar xistin. Çalakiya ku malên çete di nav de hatibû hedefgirtin de malek di nav de cebilxanê hebû hat rûxandin, 2 malên din jî hatin derbkirin. Lê nehat zanîn ka çend kuştî û birîndarên çeteyan çebûye."