Li Serê Kaniyê ciwanekî Kurd hat revandin
Li Serê Kaniyê ciwanekî Kurd hat revandin
Li Serê Kaniyê ciwanekî Kurd hat revandin
Koma çekdar ku kesê bi navê Hemad Ubêd El-Xelîl serkêşiya wê dike, beriya niha bi çend rojan, bendeke kontrolê li riya ketina gundê Kisra ya li ser riya Abû Rasên û Mezbea danîbûn. Dema pevçûn di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG)’ê û komên çete yên rêjîmê û Cebhêt El-Nusra û Ehfad El-Resûl de li bajaroka Til Temir derketin, koma çekdar ciwanê bi navê Hozan Cemîlê ji Dirbasiyê diçû Serêkaniyê revandin.
Malbata Hozan Cemîl ku di sala 1993’an de ji dayîk bûye diyar kirin ku koma çekdar piştî Hozan Revandine ew birin gundê Micêbra yê nêzî gundê Eyn El-Ebid ya girêdayî bajarokê Til Temirê û piştre ew birin bajarê Til Ebyedê û tu agahî jê ne hatine bidestxistin.