Li Serdeştê 2 kolber birîndar bûn
Pastarên Îranê li ser sînorê Rojhilat-Başûrê Kurdistanê gule li ser kolberan reşandin, 2 kolber birîndar bûn.
Pastarên Îranê li ser sînorê Rojhilat-Başûrê Kurdistanê gule li ser kolberan reşandin, 2 kolber birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatin girtin, li nêzî gundê Doletû yê girêdayî bajarê Serdeşt ê Ûrmiyê pastarên Îranê gule li kolberan reşandin.
Di encama gule reşandinê de du kolberên yek 25 salî û yê din 15 salî birîndar bûn.
Hate ragihandin ku rewşa kolberan giran û rakirine nexweşxaneya navçeya Qelediz a girêdayî Silêmaniyê.