Bûyerên kuştin, revandin û wendakirina mirovan li ser rêya di navbera Efrîn û Helebê de dewam dikin.
Welatiyên Kurd ên li Efrînê ji bo bicihanîna pêdiviyên xwe yên jiyanê, tevlî dijwarî û metirsya li ser rêyan jî, neçar dimînin ku berê xwe bidin Helebê.
Herî dawî welatiyê Kurd ê bi navê Menan Mihemed 13 Mijdarê dema ku tevî malbata xwe diçe Helebê li devera Lêrmûn rastî êrîşa hêzên rêjîmê tê. Hevjina Menan Mihemed ji bo alîkariyê serî li navenda hêzên Asayîşê da.
Derbarê mijarê de hevjîna Menan Mihemed van agahiyan da: "Dema ku em di rê re derbas dibûn, hêzên rêjîmê êrîşî otomobîla me kirin. Ji ber êrîşê em ji otomobîlê derketin û reviyan. Piştî demeke kurt min dît ku Menan wenda bûye. Ji wê rojê ve jî em nikarin ti agahiyan jê werbigrin."