Li ser nimêjê îşkence li welatiyan kirin
Li ser nimêjê îşkence li welatiyan kirin
Li ser nimêjê îşkence li welatiyan kirin
Du welatiyên kurd ên ku ji bo pêdiviyên xwe yên jiyanî çûn bajaroka Atmê ya bajarê Idlibê û ji aliyê komên çekdar ve hatibûn girtin, diyar kirin ku kesên lêpirsîna wan dikirin bi tirkî di axivîn, nimêj bi wan dane kirin û li ser nimêjê îşkence li wan kiriye.
Welatiyên kurd ên bi navê Izet Nesan û Henan Şêxo di 14'ê Hezîranê de dema ji bo peydakirina pêdiviyên xwe yên jiyanî çûn bajaroka Atma ya Idlibê, ji aliyê komên çekdar ve hatin girtin. Nesan û Şêxo dema li sûka Atma hewl didan ku pêdiviyên xwe bistînin, hatin revandin. Herdu welatiyên kurd piştî ji aliyê komên behsa mijarê ve hatin pirsyarîkirin û îşkence li wan hate kirin, serbest hatin berdan.
Nesan û Şêxo piştî hatin berdan serpêhatiya xwe ji ANHA'yê re vegotin. Li gorî agahiyên ku herdu welatiyan dane, kesên ew revandine girêdayî komên bi navê Komara Îraq û Bîlad El-Şam û Ehrar El-Şam ên girêdayî Artêşa Azad in. Herdu welatî nizanin ka ew birine ku derê, lê diyar kirin ku kesên pirsyariya wan kiriye bi tirkî di axivîn û ew bi alîgiriya PKK'ê tawanbar kirine.
Li gorî agahiyên herdu welatiyan kesên bi tirkî diaxivîn, pirsên der barê baregehên YPG'ê û asayişê de ji wan kirine û teklîfa sixuriyê kiriye.
Îzet Nesan diyar kir ku di roja yekem kesên ew revandine pirsyariya wan kirine û wiha dom kir: "Ji me re digotin 'hun alîgirên PKK᾿ê ne'. Kesên lêpirsîn dikirin serbazên tirk bûn, bi zimanê Tirkî diaxivîn. Ji me re gotin 'bi me re kar bikin, em ê pere û çekan bidin we. Piraniya pirsên wan derbarê navendên YPG᾿ê û hêzên Asayîşê yên li Efrînê de bûn. Di gotin 'destên veşartî li pişt ambargoya li ser Efrîne heye, ji ber vê yekê pêwîste em cihê wan û kesên çalak ên di nava YPG û TEV-DEM᾿ê de nas bikin."
Herdu welatiyan anî ziman ku heman kesan pirsa ola wan jî ji wan kiriye û piştre jî nimêj bi wan dane kirin. Herdu welatiyan destnîşan kirin ku li ser nimêjê îşkence li wan hatiye kirin ev agahî dan: "Dema em hatin girtin ji me pirsa 'hun misilmanin an na?' me bersiva 'erê' da. Li ser vê yekê ji me xwestin ku em nimêj bikin. Lê dema me nimêj dikir, li me didan û îşkence li me kirin. Ev komên çekdar xwe misilman hesab dikin, lê heger misilmanbana li ser nimêjê îşkenca li me ne dikirin. Ev kafirin û tu têkiliya wan bi îslamê re tune ye.᾿̓