Li ser girtiyên ji Çewligê hatîn surgun kirin lêgerînek berfireh

Li ser girtiyên ji Çewligê hatîn surgun kirin lêgerînek berfireh

Piştî ku 18 girtiyên PKK’ê ji Girtîgeha Tîpa M ya Çewligê firar kirin girtiyên di girtîgehê de hatin surgun kirin. 12 girtî di hatina roj da rastî lêgerînekî berfireh hatin. Girtiyên îtiraz kirin rastî derpê hatin.

Piştî ku 18 girtiyên PKK’ê ji Girtîgeha Tîpa M ya Çewligê firar kirin bi piranî girtîgeh hat vale kirin. Hemû girtiyên siyasiyên di girtîgehê de hatin surgun kirin.

Girtiyên hatîn surgun kirin 12 jê şandin Girtigeha Tipa F ya Sincanê. 13 girtî jî şandin li GirtîgehaTîpa H ya Erzûrûmê û Girtîgeha Tîpa F ya Bolû yê.

 Li gorî agahiyên ji TUHAD-FED'ê hatîn girtin 12 girtî şandin Girtigeha Tipa F ya Sincanê. 13 girtî jî şandine li Girtigeha Tipa F ya Wanê û girtiyên din surgunî  li GirtîgehaTîpa H ya Erzûrûmê û Girtîgeha Tîpa F ya Bolû yê hatine kirin.

Di nava 12 girtiyên şandîn  Girtigeha Tipa F ya Sincanê tenê 4 girtiyên firar kirîn hene. 4 girtî bi şêwazê du kes bi cih kirîne.Yên din jî hunreyên 3 kesî de dimînin.

Hat ragihandin ku di dema  ketina girtigehê de ji ber îtiraza lêkolîna berfire gardiyana mudaxaleyî girtiyan kirine. Lê di derbarê rewşa girtiyan de agahî ne hat zanîn.