Li Şemzînanê zexta leşkeran ya li ser gel

Li Şemzînanê zexta leşkeran ya li ser gel

Ji serê sala 2013'an ve li bejahiyên navçeya Gever û Şemzînan gelek leşker hatin sewqkirin û hate gotin ku, li herêmê zextan pêk tînin.

Li Geverê û bajaroka Rûbaroka Şemzînanê ku 15 noktayên lêgerînê hene, hêj hebûna xwe diparezê. Cihê ku çapemenî nikare bikev û welatî ji tirsa leşkeran nikarin bi axivin, hate diyarkirin ku zextek mezin ya leşkeran heye.

Li gorî ajansa nûçeyan ya dîcle (DÎHA) welatiyê ku nexwest navê xwe bide da zanîn ku, welatiyên ku ne qeydkiriyê şêniya Şemzînanê bin nikarin bikevin herême û wiha got: "Li gel pêvajoya aştiyê zexta leşkeran hêjî berdewam dike. Bi hatina biharê re malbatên ku debara xwe bi pincaran dikin, ji ber ku leşkerî qedexe kiriye tu kes nikare biçe pincaran kom bike. Leşker li her derî me dişopînin. Kesên ku di nasnameyên wan de qeyda Şemzînanê tunebe nikarin bikevin gundê Navberojan. Bi taybetî jî welatiyên ku ji şêniya Geverê bin nahêlin bikevin gund û wan dikin binçavan. Welatiyên ku li herêmê dijîn wekî ku di girtîgeha vekirî de dijîn. Her tim kemîn davêjin sînorê Herêma Federal. Mirovên me yên ku li sînorê didin her tim ji jiyana me bi gûmanin. Di vê pêvajoyê de em dibînin leşkerên ku bi pere dixebitin jî pêvajoya çareseriyê acizin. Ger ku van pêkanînan berdewam bikin dê gel û leşker werin hemberî hev."

Welatiyek din jî da zanîn ku, cihê ku gerîlayên HPG'ê jê vekişiyane, leşker kemîn davêjin wan dera. Em bi gûmanin ku çawişên pispor dema gerîla vekişin êrîşên wan bikin.