Li Şemzînanê wesaîta leşkerî wergeriya nava çem
Li Şemzînanê wesaîta leşkerî wergeriya nava çem
Li Şemzînanê wesaîta leşkerî wergeriya nava çem
Li navçeya Colemêrg Şemzînanê, wesaîteke leşkerî ya li dewriyê digeriya wergeriya nava çemê Hacibey. Hat hînbûn ku çawişê pispor ê di wesaîtê de li ber avê ketiye û wenda bûye.
Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin, li bajarokê Rûbarok ê ser bi navçeya Şemzînanê, wesaîteke leşkerî ya li dewriyê digeriya, wergeriya nava çemê Hacibey. Çawişê pispor ê di wesaîtê de li ber avê ket û wenda bû.
Nehat hînbûn ku çend leşker di wesaîtê de hebû û ji bo dîtina çawişê pispor ê li ber avê ketibû, esker û gundî bi hev re dest bi xebatên lêgerînê kirin.