Li Şemzînanê operasyon
Li Şemzînanê operasyon
Li Şemzînanê operasyon
Artêşa Tirk li ser sînorê Başûrê Kurdistanê dest bi operasyoneke mezin kir. Bi helîkopterên kobra û skorsky hejmareke zêde leşker li gelek herêmên Şemzînanê û ser sînorê Xakurkê yê Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin bicihkirin. Ji bejahî ve jî leşkerên ser bi Tabûra Gare tevli operasyonê dibin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, bi helîkopterên kobra û skorsky hejmareke zêde leşker li herêma Kelaşîn a ser bi navçeya Colemêrg Şemzînanê û sînorê herêma Xakurkê yê ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê hatine bicihkirin.
Bi veguhastina hejmareke zêde leşkeran re li herêmên Rubarek serkem, Partesela, Berekeşke, Çiyayê Çîmen, Çiya Kure Mizgftan ên Xakurkê û li Mezar Gedîgî, Kelaşîn û Gedîk Tepe yên Şemzînanê operasyoneke mezin destpê kir.
Ji bejahî ve jî leşkerên ser bi Tabûra Gare derketin operasyonê.
Xakurkê li sêgoşeya Bakur-Rojhilat û Başûrê Kurdistanê cih digire.