Li Semsûr ji bo 4 kesan 25 sal û 7 meh cezayê girtîgehê birîn

Li Semûrê 25 sal û 7 meh cezayê girtîgehê ji bo 4 kesên ku berî 3 mehan bi îdîa ya “endambûna rêxistinê” hatîn, birîn.

Yekemîn rûniştina di derbarê Hevserokê Navçeyî yê dema berê yê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) ê Abûzêr Kuçukkelepçe, Hevseroka berê ya şaxa Egitîm Sen a Semsûrê Ayşegul Yucetaş, Serokên Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) ê Celal Demircî û Riza Acipayam her wiha Ebrû Gungor a ku ji der ve dihat darizandin de doza hatî vekirin li Dadgeha Cezayê Giran a 2’emîn a Semsûrê pêk hat. Dadgehê ji bo 4 kesan 25 sal û 7 meh cezayê girtîgehê hate dayîn.

Di derbarê wan de bi hênceta “Delegebûna KCD’ê û tevlîbûna civînan” û “Endambûna rêxistinê”, dîsa jî bi hînceta tevlîbûna daxuyaniyên çapemeniyê bûyîn 5 doz hatin vekirin. 4 kesên li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê tên girtin û girtiya jin a li Girtîgeha Jinan a Amedê bi rêya sîstema deng û dîmen (SEGBÎS)  tevlî rûniştinê bûyî, parêzer jî li salona rûniştinê amade bûn.

4 kesên ji bo parastina xwe mafê axaftinê hatin dayîn, sûcê hatî diyarkirin red kirin û daxwaza tehliyenbûnê kirin. Parêzerên ku parêzvanî dikirin jî dan diyarkirin ku tenê tevlîbûna civînên KCD’ê ne sûce, tenê ji bo tevlîbûna wan civînan nabe endambûna rêxistinê ye û daxwaza tehliye kirinê kirin.

Piştre dadger mûtelaya wan xwendin û ji bo 4 kesan bi hênceta “Endambûna rêxistinê” xwest bê cezakirin.

Piştî navbera rûniştinê, ji bo Celal Demircî, Ayşegul Yucetaş û Riza Acipayam her yek 6 sal û 3 meh û ji bo Abûzêr Kuçukkelepçe jî 6 sal û 10 meh cezayê girtîgehê birîn.