BI DÎMEN

Li Saratovê Newroz bi coşeke mezin hate pîrozkirin

Kurdistaniyên li Saratovê Newroz pîroz kirin. Di çalakiyê de komkujiyên AKP’ê yên li Bakur û êrîşên PDK’ê yên bi ser Şengalê de hatin şermezarkirin.

Kurdistaniyên li bajarê Saratov ê Federasyona Rûsyayê dijîn di Newrozê de hatin cem hev. Pîrozbahî bi hevkariya Otonomiya Kultura Kurd a Krasnakut û Komeleya Êzîdî Rtişî hat amadekirin. Newroz li Salona Konserê ya Mala Çandê ya Gel bi tevlêbûna nûnerên saziyên Kurd û hevserokên Otonomiyê pêk hat. Beriya pîrozbahiyê ji bo kesên ku di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan deqeyek rêzgirtin çêbû. Piştî rêzgirtinê sînevîzyonek bi mijara Têkoşîna Azadiyê û Newrozê hate nîşandan. Li ser wateya rojê axaftin hatin kirin.

Li ser navê Otonomiya Çanda Kurd a Krasnakutê Serok Ramazan Bidakov axivî, komkujiyên AKP’ê yên li Bakur şermezar kir û got: "Li gel Rewşa Awarte ya AKP’ê ya faşîst jî Kurdan bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin. Beriya referandûma 16’ê Nîsanê ku Kurdan aliyê xwe nîşan dane, li dijî kirinên dijmirovî yên AKP’ê ji gelan re bûye moral. Kurd êdî dikarin têkoşîna xwe geş bikin û Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan azad bikin."

Piştre li ser navê Komeleya Êzîdî ya Rtîşî Serok Miraz Derwişya axivî, bal kişande ser êrîşan bi ser Şengalê de ya bi hevkariya AKP-PDK’ê û got: "Ên ku 3’yê Tebaxê dema ku DAIŞ’ê bi ser Şengalê de girtî Şengal hiştin niha li ser herêmê daxwazan dikin. AKP PDK’ê dikişîne lîstikeke qirêjî û dixwaze xwîna Kurdan bide rijandin. Li dijî êrîşên hêzên çekdar ên bi ser PDK’ê ve ku 3’yê Adarê bi ser Şengalê de anîn û mirovên me qetil kirin helwesta me Êzîdiyan zelal e. Êdî Êzîdî gihaştine wê astê ku bikaribin xwe bi rê ve bibin û xwe biparêzin. Em hemû dizanin ku Tevgera Azadiya Kurdistanê ji destpêkê ve Êzîdiyan diparêze û li dijî DAIŞ’ê ew bi çek û rext kirin. Daxwaza derxistina PKK’ê ya ji Şengalê ku di rojên giran de Êzîdî tenê nehiştine, daxwazeke li derveyî sinc û exlaqê ye."

Piştî axaftinan Ergîn Xelikan, Aynur Babeava, Ahmet Bakîr, Emranê Fexredîn, Dato Odî û Bêrîtan Koma Folklorê ya Zarokan derketin ser dikê. Li ber stranan govend hatin gerandin.