Li Şamê welatiyê kurd Cemal Mihemed hate revandin

Li Şamê welatiyê kurd Cemal Mihemed hate revandin

Li paytexta Sûriye Şamê komeke çekdar nenas welatiyê kurd Cemal Mihemed Abdeh ê ji Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê ye revandin.

Di 18'ê sibatê de komeke çekdar a nenas welatiyê kurd Cemal Mihemed Ebdeh tevî wesayita wî li ber Qewsê Hoş Pilas a Şamê revandin û heta neha tu agahî jê nehatiye wergirtin.

Piştî raperîna gelê Rojavayê Kurdistanê ya 2004’an, rêjîma Baas siyaseta birçîbûnê li herêmên kurda pêk anîn, ji ber ku rewşa aborî zehmet bû, bi hezaran welatiyên kurd koçberî metrepolên Sûriyeyê kirin.