Li Şamê teqînek dijwar: Kuştî û birîndar hene

Li Şamê teqînek dijwar: Kuştî û birîndar hene

Paytexta Sûriye Şamê careke din bi teqîneke dijwar hejiya. Di encamê de hejmarek kuştî û birîndaran çêbûn. Hat diyarkirin ku di nava kuştiyan de xwendekarên diçûn dibistanê jî hene.

Paytexta Sûriye Şamê careke din bi teqînekê hejiya. Hat ragihandin ku teqîn di encama teqandina wesayita bombe lê hatibû barkirin de pêk hatiye.

Li gorî ajansa nûçeyan a Sûriye Sanayê, teqîn li nêzî nexweşxaaneya Heyat ya li taxa Mezrayê pêk hatiye û di encamê de gelek kuştî û birîndar çêbûne.

Televîzyona fermî ya dewletê dîmenên teqînê weşand û da zanîn ku teqîn dema ku xwendekar diçûn dibistanê pêk hatiye û di nava kuştiyan de xwendekar jî hene.