Li Şamê teqîn: 16 mirî, 70 birîndar
Li Şamê teqîn: 16 mirî, 70 birîndar
Li Şamê teqîn: 16 mirî, 70 birîndar
Li paytextê Sûriyeyê Şamê di encama teqînekê de 16 kes mirin û 70 kes jî birîndar bûn.
Ajansa nûçeyan ya fermî ya Sûriyeyê SANA ragihand ku, teqîn li herêma Merce nêzî avahiya berê ya Wezareta Derve û Navenda Kirînûfirotinê Şam Towerê rû daye.
Di êrîşa wesayîtekî tejî teqemenî ya li dijî Wezareta Navxweyî de ‘Şam Tower’ bûye kavil, hate ragihandin ku, 16 kes mirine û 70 kes jî birîndar bûne.
Li Şamê duh jî li dijî karwana Serokwezîrê Sûriyeyê Waîl Nadir el Halkî êrîşa bombeyî hatibû pêkanîn. Di êrîşa ku hate diyarkirin ku, Halkî bêy ku birîndar bibe rizgar bûye de hatibû ragihandin ku, 7 kes mirine.