Li Şamê ji bo azadiya Ocalan 11 hezar îmze hatin komkirin

Li Şamê ji bo azadiya Ocalan 11 hezar îmze hatin komkirin

Di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a ku ji bo  azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, li qada navneteweyî hatiye destpêkirin de li peytexta Sûriyeyê Şamê heta niha 11 hezar û 318 imze hatine komkirin.

Komîteya berhevkirina îmzeyan derbarê mijarê de li taxa Zorava ya Şamê bi beşdariya endamên Meclîsa Gel civînek çapemeniyê lidar xist.

Endamên komîteyê Mihemed Îbiş û Newroz Xelîl di civînê axivîn û sipasiya her kesê ku tevlî kampaniyayê bûne kirin.

Îbiş diyar kir ku, tevî rewşa aloz a bajarê Şamê û taxên kurdan jî gelek partî û hêzên siyasî, her wiha bi hezaran kes tevlî kampanyayê bûne.

Newroz Xelîl jî bal kişan ser rola jinan a ji bo kampanyayê û xebatên Yekîtiya Star. Piştî axaftinan endamên komîteyê dan zanîn ku, li Şamê heta niha 11 hezar û 318 imze hatine berhevkirin.