Li Şakranê rewşa girtiyan giran dibe
Li Girtîheha Şakranê çalakiya greva birçîbûnê ev 47 roj in didome. Ji girtiyan Abdurrahman Yilldirim diyar kir, heta ku daxwazên wan pêk bên ew bi biryar in çalakiya xwe bidomînin.
Li Girtîheha Şakranê çalakiya greva birçîbûnê ev 47 roj in didome. Ji girtiyan Abdurrahman Yilldirim diyar kir, heta ku daxwazên wan pêk bên ew bi biryar in çalakiya xwe bidomînin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya ku girtiyan dane destpêkirin didome. Greva birçîbûnê li Girtîgeha Şakranê kete roja 47’an. Abdurrahman Yildirim ê girtî, bi malbata xwe re bi telefonê axivî û rewş vegot.
Yilidirim diyar kir ku li Şakranê binpêkirin didomin û got, hevalên wan bi du sedeman dest bi greva birçîbûnê kirine. Yek jê ew e ku balê bikişînin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan’ û ya din ji zexta li ser girtiyan û gel a ku hatiye zêdekirin. Yildirm got çalakî bi biryardarî didome.
‘HER ROJA KU DIÇE REWŞ XIRABTIR DIBE’
Yildirim bal kişande ser rewşa tendiristiyê ya girtiyan û got: "Her roj rewşa wan xirabtir dibe." Yildirim wiha got: "Her ku diçe rewşa wan nebaş dibe. Ji xwe bi giştî şertên girtîgehê ne baş in. Greva birçîbûnê li dijî zextan dest pê kir. Qada hevpar û rojname hatin qedexekirin. Siyaseta derve bandorê li hundir jî dike. Hema hem ali hemû qadê tecrîd giran dibe. Nahêlin hevalên me yên ku di grevê de werin cem me. Hemû hevalên ku diçine cem hevalên di grevê de û ji cem wan diçin di kontrolê de ne. Di ketin û derketinê de bikaranîna kartê kirine mecbûrî.’’
Yildirim diyar kir her ku diçe şertên li girtîgehê girantir dibin û got, ‘’Bi tundiyê bersivê didine daxwazên hevalên me. Her roj şertên wan girantir dibe. Lê çi jî be, li hundir û derve me rewşên ku rûmetê dişkînin qebûl nekin. Ji niha û şûn de jî em ê qebûl nekin.’’
‘A GIRÎNG REWŞA RÊBERTÎ YE’
Yildirim got, hevalên wan dema ku diçine nexweşxaneyê wan tazî dikin û seh dikin û hevalên ku vî tiştî qebûl nakin jî têne cizakirin. Yildirim got, li gel zehmetiyên ku hevalên wan dijîn jî biryardar in ku çalakiya xwe bidomînin û wiha got, ‘’A girîng rewşa Rêbertî ye. Hevalên ku ketine girêvê bi taybetî jî ji bo Rêbertî ketine grevê. Dîsa ji ber rewşa hundir û derve ye. Heval biryardar in.’’
Yildirim diyar kir heta ku daxwaz pêk werin hevalên wan biryardar in ku çalakiyê bidomînin û got, "Heta ku rewşa Rêbertî baş nebe, dawî li zexta hundir û zilma derve neyê greva birçîbûnê wê bi dawî nebe. Greva me ya dorveger a 5 rojan jî didome. Ew ê jî bidome."