Li Rûsyayê tûrnûvaya futbolê ya ciwanên Kurd
Bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ciwanên Kurd ên li herêma Stavrapol a Rûsyayê tûrnûvayeke futbolê li dar xistin.
Bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ciwanên Kurd ên li herêma Stavrapol a Rûsyayê tûrnûvayeke futbolê li dar xistin.
Tûrnûvaya futbolê li navçeya Novoaleksandrovskaya ya herêma Stavrapol a Rûsyayê pêk hat.
Tûrnûvaya ku bi dirûşma "Dem dema azadiyê" ye ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin, di navbera 1-6'ê Nîsanê de pêk hat.
Di tûrnûvayê de tîmên Koma Amed, Koma Kobanê, Koma Amara û Koma Efrînê ji bo yekemîniyê li ber xwe dan.
Di encamê de tîma Koma Amed bi ser ket.
Di dawiya tûrnûvayê de ciwanên Kurd ên tevlî tûrnûvayê bûn daxuyaniyek dan û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.