Li Rûsyayê konferansa Kurd: Li Rojhilata Navîn Kurd faktora herî mezin in

Li Rûsyayê konferansa Kurd: Li Rojhilata Navîn Kurd faktora herî mezin in

29’ê nîsanê de li paytexta Rûsyayê bi navê “Di çareserkirina pirsgirêka Kurd de rola Rojhilatanavîn a demokratîk” 3’yemîn Konferansa Kurd a Navnetewî hat lidarxistin. Konferans her sal ji bo li balê bikişîne ser pirsgirêka Kurd ji hêla Yekîtiya Saziyê Navnetewî ê Kurd ve tê lidarxistin. Di konferansê de ji Yekîtiya Dewletên Serbixwe, ji Federasyona Rûsyayê û derveyî welat gelek parlementer, akademisyen, berpirsê saziyan, nivîskar, kesên zanyar û siyasetmedar amadebûn.

Di konferansa ku li akademiya dîplomasî a wezareta karê derve ya Rûsyayê hat li darxistin de bi giranî li ser pirsgirêka Kurt hat sekinandin.

Ji beşdarên konferansê Parlementerê Partiya Rûsya Adil Aleksey Mîtrofanov da diyarkirin ku Kurd di tekoşîna xwede rêbaz digûherin û got:

“Ji bo Kurdan li Tirkiyeyê pêvajoyek girîng dest pê kiriye. Ev pêvajo, pêvajoyek dîrokî ye. Îro li vir gelek pispor, siyasetvan, akademisyon û nûnerên saziyên civakî li vir amade bûn. Ev pêvajo ji hêla van ve hat nirxandin. Di van rojên derbasbûyî de gelek bûyerên girîng û balkêş qewimîn. Ev bûyer girêdayî pêşveçûn sîyasî yê li Rojhilatanavîn hatiye destpêkirine. Pêvajoya ku niha li Sûriyeyê tê jiyankirin bi taybet rewşa Kurdê liwir û pozisyona wan girînge. Ji ber ku ne li aliyê rejîma Baasin ne jî li aliyê hêzên dinin. Kurd li vir xwedî seknek taybetin. Bêgûman li heremê tekoşînek pir girîng tê maşandin. Kurdê Sûriyeyê tekoşînek pir biwate dide meşandin. Ji ber ku Kurd perçekirina Sûriyeyê naxazin ew bi tekoşina xwe welat berbi demokrasî ve dibin. Li Tirkiyeyê pêvajoyek pir girîng tê maşandin. Di vê pêvajoyê de xala herî girîng paşvekişana gerîlayê HPG’ê ye. Bi paşvekişandinê ve tekoşîna gelê Kurd bi dawî nabe. Tekoşîn bi şêwazekî din dê berdewam bike. Heya niha gelê Kurd bi çekê tekoşîn rêv e dibir, ji niha şûn ve têkoşîn li şûna çekê dê bi rêbazên siyasî bê meşandin. Mixabin li heremê çi diqewime ji Rûsyayêbaş nayê famkirin. Bi taybet li herema Kurdistanê çi diqewime kes nizane. Lê tişta em ji vir dibînin û dizanin mijara Kurd bûye rojev û bi awayekî xurt dide hîskirin. Li gor nerîna min pêwîste ji hêla welatê me jî bênirxandin û bê şopandin.”

‘DIVÊ FEDERASYONA RÛSYA LI SER VÊ PIRSGIRÊKÊ RAWESTE’

Di konferansê de gelek kes ji derveyî welat wek axaftwan hatibûn vexwandin. Yek ji van Parlamenterê BDP’ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglu bû. Zenderlîoglu di axaftina xwe de li ser rola Federasyona Rûsyayê ya li Rojhilatanavîn sekînî got: “Bi zanistî rejîma Baasê bi her rengê piştgirî ji Îranê ji Iraqê ji Çînê û Rûsya hildide. Hevdîtina Federasyona Rûsya yê, Çîn, Îran, Iraqê de jî diyarkirin ku rejîma Sûriye dê bê guhartin. Bi vî nêrînê temena rejîma Sûriye ewqasî dirêj nîne.Polîtîkaya Tirkiye jî li Sûriye yê vala derket. Lewra ew piştgiri ku dida Artêşa Azad ya Sûriye yê, sererast nîne, tewlîheve beşekî mezin leşkerê lejyonin. Baweriya gelên Suriye yê ne li rejîma Esad tê ne jî Artêşa Azad ya Sûriye ye. Hêzen rejîma Esad bi firokên cengê her roj hemwelatiyê xwe gulebaran dike. Ev jî dibe sedemê kuştina zarok û zeça, pî û kala. Li gorî mafê mirovan jî ev helwest ne di cîhde ye. Divê Federasyona Rûsya li ser vê pirsgirêkê raweste. Ji bo ku agirbestekê pêk were. Hevdîtin û muzakere dest pê bike ku êdî xwin neyê rijandin. Çimku dewleta federasyona Rûsyayê dewleteke mezin e û xwedî tecrubeyekê, xwedî soz û bextek e.  Ji bo vê, ez dibêjim berjevendiyên Federasyona Rûsya di Rojhilata Navinde êdî li ba Kurdan e. Divê îttifaqa gelê Kurd û Rûsyayê li gorî rêgezên navnetewî bê damezrandin. Divê Federasyona Rûsya yê heya ku dikare têkiliyên xwe bi gelê Kurd re xurt bike. Encax mafê Federasyona Rûsya û gelê Kurd di vî xalê de dibe yek.  Belkî jî di demekî kin de rejîma Sûriye rêwengşî be. Lewra dîroka mirovahiyê dide xuyakirin ku şerê navxweyî dema derdikeve zû bi zû nayê çareserkirin. Mezinê Kurdan dibêjin; “dema hestî tê şikenandin zû bi zû na cebir e.” Gelê Rojhilata Navin ji şer û pêvçunê westiyan e. Dixwazin êdî bi alikarî û hevkariyên muttefikan şerê navxweyî ya Sûriye bide rawestandin.”

KURDÊN SOVYETÊ: PIŞTGIRÎ DIDIN OCALAN

Ji Qezekistanê Serokê Federesyona Bergangê a Kurdên Qezekistanê Prof. Dr. Kînyaz Mîrzoyev li ser pêşveçûnên sîyasî û rola Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di vê pêvajoya dîrokî de nerînê xwe bi anî ser ziman û got: “Konferansek wisa li darxistin bêgûman pir bi wate ye. Li gor min di vê konferansê de ji xalê herî derketin pêj yek jê jî mijara yekîtiya Kurdan bû. Pêvajoya ku niha li welat tê maşandin me bi awayekî xurt ber bi yekîtiyekê ve dibe. Ev çend meh in pirsgirêka Kurd di rojeva çapemeniya cîhanê de bûye yek ji mijarê sereke. Îro li Bakûrê Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd di navbera Serokê gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewleta Tirk de hevdîtin destpêkirine. Ez jî hêvî dikim ku ev hevdîtin erênî bi dawî bibin. Serokê gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo nexşaya rê diyar bike 21’ê Adarê nameyek şand Newroza Amedê. Di wê nameyê de Serok Ocalan li ser gelek mijarê girîng rawestiyabû. Ew xalên ku di nameyê de hatibûn bilêvkirin ez bawer nakim ku kes dijî wan derkeve. Ji ber ku tiştên hatine xestin tiştên herî mirovane û ji hêla hemû cîhanê ve wek maf tên qebûlkirine. Serok Ocalan herdem aştî û yekîtî xwestiye. Ev sî sal zêdetire tekoşînek tê maşandin. Bi vê tekoşînê gelê Kurd ji mafê xwe zêdetir tişt nexwestiye. Ne dewletek serbixwe dixwazin ne jî dibêjin em ê Tirkiyeyê perçe bikin. Îro tişta ku dixwazin wek Kurd bên naskirin û bibîn xwedî mafê xwe. Kurd bila bi Kurdî bixwîne û binivîsîne. Ev mafekî herî xwezayî ye. Dîsa di warê çandî de dixwazin li gor çanda dê û bavê xwe bijîn. Li gor nêrîna min bi vê pêvajoya ku hatiye destpêkirin ve dê Kurd bigihêjin mafê xwe. Em jî wek Kurdên Sovyeta berê pişgirî didin vê povajoyê. Hêviya me ewe di encama van hevdîtinan de Serok Ocalan azad bibe û di welatê me de jî azadî hebe.”

PÊWÎSTE OCALAN LI LÎSTEYA TERORÎSTA DERKEVE

Di konferansê de gelek zanyar amade bûn. Yek ji van zanyaran, zanyarê Kurd û Endamê Akademiya Zanistî a Kazakîstan Akademîsyen Prof. Dr. Nadir Nadirov bû. Nadirov di sedsala 20’an de di cîhanê de  zanyarê yekemîn hatibû hilbijartin.  Nadirov di derbarê pêvajoya ku li Kurdistan û Rojhilatavîn de tê pêşxistin nerînê xwe bi me re par verkir û got: “Ger Ocalan terorîst ba nediket listeya Kovara Tîme, lîsteya ‘100 kesên herî bi bandor ya cîhanê’ a sala 2013’an. Nadirov wisa pêde çû:

“Ez pir bextewar im ku ez beşdarî vê konferansê bûme. Ez di jiyana xwe de beşdarî gelek konferansa bûme. Dema min li Moskovayê dixwen gelek cara Mele Mistefa Barzanî dît. Dîsa min gelek caran Serok Ocalan, Celal Talebanî û Mesud Berzanî jî ditiye. Min got ez beşdarî gelek konferansa bûme lê konferansa îro li gor min konfensek dîrokî ye. Cara yekê bi awayekî fermî li Rûsyayê konferansek bi navê Kurd tê lidarxistin. Berê jî me gelek konferans çêdikir lê ev konferans li saziya di salonên biçuk dihat lidarxistin. Ev cara yekeme ku bi awayekî fermî li Akademiya Diplomasî ya Wezareta Derve ya Rûsyayê konferansek bi navê Kurdî tê lidarxistin. Pirsgirêka Kurd di cîhanê de bûye mijara sereke. Ji ber vê yekê dewleta Tirk îro neçar meye ji ber vê yekê ber diçe cem Abdullah Ocalan. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hevdîtinên bi Ocalan re tên kirin pir bi wate ne. Ocalan ne kesekî ji rêzê ye. Kovara Tîme, lîsteya ‘100 kesên herî bi bandor ya cîhanê’ a sala 2013’an weşand. Di lîsteya îsal de cih dan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî. Ev ne tiştekî hesane. Kesekê terorîst nakevin listeye wisa lê Ocalan ketê. Ji ber vê yekê pêwîste êdî gotina terorîst ji bo Ocalan û PKK’ê neyê bikaranîn. Ger îro gel li Ocalan xwedî derdikeve û ji gotinên wî ji bo xwe rast dibinin demekî Ocalan tiştê rast dike ku gel li pêy gotinên wîne. Qasî bandora gotinên Ocalan li ser gelê Kurd heye li ser gelên jî heye. Ocalan dibêje di sedsala 21’an de dewlet netew wateya xwe wenda kiriye. Ew rast e. Dewlet ya xwe di warê demokratîk de bigûherin yan jî dê hemû birûxin biçin. Êdî gel jî netew dewletê naxwaze.”

PÊWÎSTE KURD DI QADA NAVNETEWÎ DE BÊN NASKIRIN

Hevserokê PYD Salih Mislum yek ji wan kesên ku ji bo beşdarî konferasnê bibe ji derveyî welat hatibû vexwandin. Mislum di derbarê konferasn û pêşceçûnên siyasî nerînê xwe bi me re parve kir û got:

“Li Rojavayê Kurdistanê berxwedanek tê meşandin. Heya gelê me bigihêje mafê xwe dê ev berxwedan berdewam bike. Ji bo êrîş li ser gelê me neyê çêkirin û li baramberî êrîşên çêdibin jî xwe biparêze ji hêla gelê me ve ji çek û kurê xwe YPG ava kirine. Ji bo deskeftiyên Kurdan li heremê bê parastin YPG rolek dîrokî dileyze.  Pêvajoya ku li Bakûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin em girîng dibînin. Heya niha gavên ku ji hêla Kurdan hatine avêtin yek alîbûn em hêvîdikin ku vê carê her dû alî gavan bavêjin. Ger pêvajo bi dualî pêşbikeve dê li ser Rojhilatanavîn bandorek xwe erênî nebe. Em hêvî dikin ku ev pêvajo heya dawî bimeşe û di dawî de bi xwe re azadiya Serok Apo  jî bîne hêviya me ev e. Konferansa ku tê lidarxistin ji bo me girîng e. Bê gûman ev konferans jî yek ji wan rêzekonferansên din yê li Ewropa û li deverên din tê li darxistin e. Di vê konferansê de gelek parlementerê Rûs, akademîsyen, nivîskar, û berpirsên saziyan jî amade ne. Di konferansek wisa de mijara Kurd nîqaş kirin girîng e. Wek tê zanîn Rûsya di siyaseta Rojhilatanavîn de faktorekî mezin e. Heya niha di mijara Kurd de Rûsya her pasîv maye. Pêwîste ew jî nerînek xwe hebe û parveke. Ji ber vê yekê çêbûna konferansê li Rûsya bi wate ye. Bi riya konferansê wisa em dixwazin bi rêxistin û saziyên Rûsya siyasta Kurd bidin naskirin. Pêwîste ew jî siyaseta Kurdan ji nêz ve bişopînin. Bêgûman di hin mijaran de Kurdan nasdikin û li gor wê siyasete didin meşandin. Lê pêwîste gel Rûsyayê jî me nas bike.”

DI SÎSTEMA CÎHANÊ YA NÛ DE ROLA KURDAN

Wekîlê Serokê Navenda Pêşxistina û Rêvebirina Stratejîk Grogorî Trofîmcûk di nerîna xwe de da diyarkirin ku, di cîhanê de kaos  heye. Ji bo cîhan ji vê rewşê derkeve dû nerîn hene. Pêwîstiya her dû nerîna jî bi Kurdan heye û got: 

“Konferansa îro ji bo Federasyona Rûsyayê û beşdaran xwedî nirxekî mezin bû. Cîhan di pêvajoyek giran de derbas dibe. Hejekê dijî. Bi vê ve girêdayî planên guhertina cîhanê ketine rojevê. Bi giştî dû nerîn hene herdû nerîn jî dixwazin li gor xwe van pirsgirêka çareser biken. Di vî demê wiha girîng de faktora Kurdî derketiye pêş. Her dû nerîn neçarin ku Kurdan û pirsgirêkê Kurdan têxin rojeva xwe û li gor wê tevbigerin. Li Moskowayê konferansek wisa binirx li dar xistin ji bo me jî baş e. Her wiha eleqek baş ji bo Konferansê heye. Gelek kesên di xebatên cûda cûda de tên naskirin beşdarî konferansê bûne. Her wiha kesên di asta herî jor de bi siyasetê ve mijûl dibin beşdarî konferansê bûn û yên nehatin jî nameya xwe şandin li gor min ev yek başe û girîngiya konferansê zêdetir dike. Di Rojhilatanavîn de gelek pêşveçûnên girîng çêdibin. Gelê Kurd di vê povajoyê de gelek aktîf dixebite. Di cîhanê de gelek tiştên nû diqewimin. Gelek tişt ji vê tên sererastkirin. Di vê pêvajoyê de ji bo Kurdan jî derîyekî nû hatiye vekirin. Ez bawer dikim ku Kurd dê mafê xwe bidest bixinû cihê xwe di nav sîstema nû de bigrin. Di dema derbasbûyî de partiyê Kurd li hemberî hev şerkirin. Di vê demê de jî dibe ku hin alî bixwazin Kurdan bera hev din. Pêwîste Kurd neyên listika ti kesan”