Li Rûsyayê ciwanên Kurd tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin

Ciwanên Kurd ên li Komara Adîgeyê dijîn li hev civiyan û bi daxuyaniyekê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Li Komara Adîgey a Rûsyayê ciwanên Kurd bi daxuyaniyeke çapemeniyê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Daxuyaniya Meclîsa Ciwanên Kurd ji aliyê Menaf Dadoyey û Ferîde Alîyeva ve hate xwendin. Menaf Dadoyey got ew ji Ocalan agahî nagirin û ji ber tecrîda giran ew bi fikar in û wiha domand; “Tecrîda giran a li ser Ocalan li ser hemû gelê Kurd e û di şexsê Ocalan de gelê Kurd hemû tê tecrîdkirin. Ev nêzî 4 sal e ji Ocalan agahî nayê girtin û em ji rewşa tenduristiya Ocalan bi fikar in. Dewleta Tirk a faşîst û hêzên komploger ên navneteweyî bi zanebûn tecrîda li ser Ocalan pêk tînin û bi vê rêbazê dixwazin têkilya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi derve re qut bikin. Em bang li tevayî ciwanên Kurd dikin ku tevlî têkoşînê bibin û tenê bi têkoşînê em dikarin azad bibin.”

'BI TÊKOŞÎNA CIWANAN WÊ OCALAN AZAD BIBE'

Ferîde Alîyeya jî di axaftina xwe de bal kişand li ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got; “Heta ku em agahiyek ji Rêberê xwe negirin em ê çalakiyên xwe bê navber bidomînin. Em ê weke ciwan em ê heta dawiyê li ser şopa Rêbertî û şehîdên xwe têbikoşin û têkoşîna xwe bê navber bidomînin. Jinên Kurd û ciwanên Kurd hêzên pêşeng in û divê bi vê rola xwe bi aktîf di nava çalakiyan de cih bigirin. Her ku ciwanên Kurd têkoşîna xwe bê navber bidomînin wê azadiya Rêber Apo nêztir bibe. Em bang li ciwanên Kurd ên li Rûsya û hemû cîhanê dijîn dikin ku ji bo azadiya Rêbertiyê têkoşînê geştir bikin.”