Li Romayê karên ji bo azadiya Ocalan dewam dikin

Li paytext Romayê Kurd û dostên wan xwe ji bo mîtînga 10'ê Cotmehê amade dikin.

Li paytexta Îtalya Romayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavok hatin belavkirin.

Kurdistaniyan tevî dostên xwe ji bo mîtînga 10'ê Cotmehê banga tevlîbûnê kirin.

Bi vê armancê li qada Largo Argentînayê gelek belavok belav kirin.

Îro jî wê saet di navbera 15:00-19:00 de li Pîazza Deî Mîrtî belavok bên belavkirin.

Ji bo azadiya Ocalan wê di 10'ê Cotmehê de saet di navbera 15:00-20:00 de li Pîazza Barberînî mîtîngek wê bê lidarxistin.