Li Rojavayê Tebqa şer dijwar e: Gelek çete hatine kuştin
Di şerê li derdora balafirgeha Tebqa diqewimin de, bi dehan çete hatin kuştin, termê 24 çeteyan û panzêrek ket dest şervanên QSD′ê. Şer bi dijwarî li rojavayê Tebqayê didome.
Di şerê li derdora balafirgeha Tebqa diqewimin de, bi dehan çete hatin kuştin, termê 24 çeteyan û panzêrek ket dest şervanên QSD′ê. Şer bi dijwarî li rojavayê Tebqayê didome.
Operasyona rizgarkirina bendav û bajarê Tebqa di roja 11’an de bi hemû dijwariya xwe berdewam e. Çeteyên DAIŞ’ê yên ku di bajêr de hatine dorpêçkirin, ji bo şikandina dorpêçê, îro li ser hev êrîşên dijwar birin ser çeperên şervanên QSD’ê.
Piştî ku êrîşa 4 baskan a li ser gundê Mişêrfa û ya li ser Icêl Şerqî hate şikandin, çeteyan piştî nîvro dest bi êrîşek berfireh kirin.
Êrîş heta van kêliyan bi dijwarî didome. Hat diyarkirin ku êrîşa ji milê başurê balafirgehê bi berxwedana şervanên QSD’ê hatin şikandin. Van kêliyan giraniya êrîşan ketiye milê rojavayê balafirgeha Leşkerî ya Tebqa. Ev bi saetane şerên pir dijwar diqewime, . bi dehan çete hatin kuştin.
Hat diyarkirin ku serçeteyê bi navê Ebû Zubeyir ku êrîşa çeteyan kordîne dikir jî, di şer de hatiye kuştin.
Ji çeteyên ku hatine kuştin termê 24 çeteyan tevî panzerek zirxî, gelek çek û cebilxane jî, ji alî şervanên QSD’ê ve hatine desteserkirin.
Li herêmê şer bi hemû dijwariya xwe didome.