Li Rojavayê Efrîkayê di şer de bi dehan leşker û çete mirin

Di operasyonên hevpar ên welatên rojavayê Efrîkayê û Fransayê de bi dehan çeteyên Îslamî yên tundrew hatin kuştin. Di êrişeke doh de jî gelek leşkeran jiyana xwe ji dest dan.

Serokatiya Fermandariya Giştî ya Fransayê doh bi daxuyaniyekê encamên operasyonên hevpar ên Hêzên Operasyona Barkhane û leşkerên Bûrkîna Faso û Malî eşkere kir. Li gorî vê yekê, li herêmên sînor ên navbera Bûrkîna Faso û Malî yekîneyên 5 welatan ên G5 Sahel ji 1 heta 17'ê Mijdarê herî kêm 24 çete kuştin an jî bi saxî girtin.

Hate ragihandin ku di oeprasyonan de yên navbera herêmên Deoû ya Bûrkîna Faso û Boûlîkessî yê Malî bi sedan wesayitên çeteyan hatin desteserkirin.

DI ÊRIŞA DOH DE HERÎ KÊM 7 LEŞKER MIRIN

Di demekê de ku operasyon didomin komên çete yên çekdar êriş birin ser Hêzên Çekdar ên Malî (FAMa) û herî kêm 7 leşker ji ber êrişê jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daxuyaniya artêşa Malî bi dehan leşker jî birîndar bûn.

Li rojavayê Efrîkayê komên îslamî yên radîkal ên nêzî El Qaîde yan jî DAÎŞ'ê hene.