Li Rojava Komîteyên projeya rêveberiya demî dest bi xebatan kir

Li Rojava Komîteyên projeya rêveberiya demî dest bi xebatan kir

 Komîteyên Amadekar êr Projeya Rêveberiya Demî ya Rojava û Herêmên hevbeş ku ji aliyê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encumenî Niştimanî Kurd li Suriyê (ENKS)’ê ve hatine avakirin, wê îro dest bi serdana pêkhateyên din bikin

Du komîteyên ku duh ji aliyê MGRK û ENKS ve bi armanca ku projeya rêveberiya demî bi pêkhateyên din re parve bikin û nêrînên wan bigirin hatin avakirin, dest bi karê xwe kirin. Herdu komîte wê serdana hemû rêxistin û saziyên ereb, ermenî û hemû pêkhateyênn din ên Rojava bikin û nerînên wan bigirin.

Çav li rê ye ku herdu komîte roja yekşemê li hev bicivin û encamên hevdîtinên xwe binirixînin