Li Rihayê qeza: Kesekî jiyana xwe ji dest da, 3 kes birîndar bûn
Li Rihayê qeza: Kesekî jiyana xwe ji dest da, 3 kes birîndar bûn
Li Rihayê qeza: Kesekî jiyana xwe ji dest da, 3 kes birîndar bûn
Li Rihayê, tankerek bi barê sotemeniyê li kamyonek li rexê rê rawstiyabû ket û di encama qezayê de kesekî jiyana xwe ji dest da, 3 kes jî birîndar bûn.
Li gorî zanyariyên bi dest ketin, qeza li kîlomtreya 42. a rêya navbera Riha û Amedê rû da. Tankera ku ajokarê wê Mehmet Bakir bû, ji ber pirsgirêka teknîkî li kamyona ku li rexê rê rawestayî ya ku Abdullah Kiliçarlan bi kar danî qelibî, ji banketê wergeriya û agir pêket.
Ajokarê tankerê Mehmet Bakir ji ber şewatê jiyana xwe ji dest da, Mustafa Turkaslan, Veysel Bakir û kesekî din ku navê wî ne hat zanîn birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan ve rakirin nexweşxaneyan. Hat ragihandin ku ji birîndaran rewşa Mehmet Turkaslan girane.