Li Rihayê ji bo perwerdeya zimanê dayikê îmze tên komkirin
Li Rihayê ji bo perwerdeya zimanê dayikê îmze tên komkirin
Li Rihayê ji bo perwerdeya zimanê dayikê îmze tên komkirin
Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Rihayê bi boneya daxwaza perwerdeya zimanê dayikê bike li kolana navendî ya Rihayê stanta îmzeyan vekir.
Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Rihayê bi daxwaza Perwerdeya Zimanê Dayikê li kolana Bulwara Ataturk a Rihayê li pêş Şaxa Komeleyê stanta îmzeyan vekir. Serokê Şaxa Egîtîm Sen'ê Halît Şahîn, diyar kir ku li Rihayê ji sedî 80 kurd in, lê perwerdeya li dibistanan bi zimanê tirkî tê dayîn. Şahîn xwest zarok bi zimanê dayikê perwerde bibin û wiha got: "Gelê kurd ji zimanê xwe yê dayikê venagere. Divê her kes vê rastiyê zanibin û astengiyên li pêş perwerdeya ziman bên rakirin." Şahîn, da zanîn ku ew îmzeyên ku di nava 2 rojan de kom bikin dê duşemê bidin Midûriyeta Perwerdehiyê ya Rihayê. Şahîn bang li hemû gelê Rihayê kir ku îmzeyan bavêjin kampanyayê.