Li Rihayê 30 kes hatin girtin

Li Rihayê, bi hinceta ku delegeyê KCD'ê ne 26 kes û ji rêvebirina xebatên ciwanan jî 4 kes hatin girtin.

Polisan, roja 9'ê Cotmehê ku êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kiribû, bi ser gelek malan de girtibûn û bi hinceta "endamê rêxistinê" ne 54 kesan binçav kiribûn. Her pêncî û çar kes jî duh derxistibûn edliyeyê. Bi hinceta ku "delegeyên KCD'ê" ne 28 kesan û bi îdîaya ku "xebatên birêvebirina Meclisa Ciwanan" jî 26 kesan îfade da dozgeriyê. Ji ciwanan 22 kes hatin berdan û hemû kesên ku bi angaşta delegebûna KCD'ê hatibûn binçavkirin jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Di saetên derengiya şevê de dadgehê biryara xwe aşkera kir û Hevseroka Şaxa Egîtîm Senê ya Rihayê Leyla Mûmîn, nexweşê pençeşêrê Mahmût Korkmazer û dayika Endamê Meclisa Partiyê ya HDP'ê Mehmet Yavûzer ku li jêrzemînên Cizîrê jiyana xwe ji dest dabû Hamim Yavûzer jî di nav de biryara girtina 26 kesên ku bi hinceta delegebûna KCD'ê hatibûn binçavkirin û 4 ciwanan da.