Li Riha û Dîlokê 5 kes hatin girtin

Di operasyonên qirkirina siyasî de li Dîlokê 4 û li Rihayê jî kesek hate girtin.

DÎLOK

Di operasyonên qirkirina siyasî de Fatma Lebe, Mehmet Zekî Demîr, Tahîr Altûg, Mehmet Çîftçî, Erkan Şahîn, Bedran Fermanoglû, Faîk Dûrsûn, Alî Yildiz û Mehmet Şahîn hatibûn destgîrkirin û sewqî dadgehên hatin kirin. Fatma Lebe, Mehmet Zekî Demîr, Tahîr Altûg û Mehmet Çîftçî hatin girtin û şandin girtîgehê.

RIHA

Rêveberê bajêr ê HDP’ê Hîdayet Duger jî piştî ku ji avahiya partiyê derket, bi hinceta ku cezayê wî yê di sala 2016’an de hatiye teqezkirin, hate girtin.