Li Riha û Çukurovayê Newroz bi coş hate pîrozkirin

Li Rihayê û li bajarên Çukurovayê gel berê xwe da qadên Newrozê.

RIHA

Li Rihayê gel ji bo pîrozkirina Newrozê berê xwe da Qada Newrozê ya li Taxa Paşabağı.

Di Newroza Rihayê de berxwedana Efrînê hate silavkirin.

Polîsan di têketina qadê de dest danîn ser gelek alayên HDP û DBP’ê û hin alayên din. Li qadê dengê slogana ‘Bijî Serok Apo’ kêm nebû.

Tê payîn ku di demên pêş de parlementera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya û parlementerê HDP’ê yê Amedê Nimetullah Erdoğmuş biaxive.

EDENE

Bi sedan gel li Edeneyê berê xwe dan qada Newrozê û bertekên xwe nîşanî OHAL’ê dan. Lê gelê Edeyenê tu astengî nas nekir û qada Newrozê tijî kirin. Girseya ku di sê nokteyên lêgerîna polîsan re derbasî qadê dibin, ji ber flama, pankart û rengên kesk, sor û zer bi polîsan re dem bi dem pirsgirêkan dijîn. Zarokê ku flamaya kesk, sor û zer li ser serê xwe pêça, ji aliyê polîsan ve hat binçav kirin. Li qada Newrozê sirûda Îro Çerxa Şoreşê hat xwendin û dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Efrînê” hatin berzkirin. Tê payîn ku Berdevkê HDP’ê Ayhan Bilgen biaxive.

MÊRSÎN

Newroza Mêrsînê jî li qada Mîtînga Tirmil a navçeya Akdenîzê hat pîrozkirin û gel bi girseyî beşdarî Newrozê dibin. Ji 7 salî heya 70’î salî gel beşdarî Newrozê bûn. Parlamenterê HDP’ê yê Mêrsînê Mîr Mehmet Dengîr Firah gel silav kir û Parlamentera HDP’ê ya Mêrsînê Bedîa Ozgokçe ji bo axaftinê bike derket ser dikê.

OSMANÎYE

Bi sedan kes beşdarî pîrozbahiyên Newroza Taxa Ali Doğan a Osmaniyê bûn û Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen jî tevlî Newrozê bû. Jin bi cil û bergên xwe yên herêmî berê xwe dan qada Newrozê û qad reng bi reng kirin. Li qadên dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Efrînê” hatin berzkirin.

HATAY

Li Hatayê jî gel li taxa Yıldırımtepe ya navçeya Îskenderunê kom bûn û Newroz pîroz kirin. Jin bi cil û bergên xwe yên gelêrî beşdarî Newrozê bûn û bi coş Newroz pîroz kirin. Endama Meclîsa HDP’ê Serpil Kemalbay û dayîka Ahmet Atakan ê di berxwedan Geziyê de jiyana xwe ji dest da jî beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê, dest bi pîrozbahiyê hat kirin.