Li Reqayê zarokê kurd Ehmed Îsmaîl ê ji Kobanê, ji ber agirê bi malê ket jiyana xwe ji dest da, 3 kes din ji malbatê şewitîn ew rakirin nexweşxanê.
Li ajarê Reqayê zarokê Kurd Ehmed ÎsmaÎl ê ji bajarê Kobanê, li Reqayê dimînin ji ber agirê ku ji ber bikaranîna petrola xam sobeya malê şewitî û jiyana xwe ji dest da. Her wiha 3 kesên din ji malbatê Şewitin, wan rakirin nexweşxaneya Reqayê.
Ji ber embargoya ku Rojavayê kurdistanê jiyan dike gel berê xwe dide şêwazên cûda ji bo germkirinê. Hina sobeyên daran danîne, lê êzingên daran jî nema peyda dibe, ji ber ku her 1000 kg ji êzingên daran ku berya neha herî zêde bi 2000 lîreyê Sûriyeyê dihate kirîn, niha bûye 25000 lîreyê. Jixwe mazot peyda nabe, ji ber wê gel neçar dimîne ku berê xwe bide petrola xam ku ji aliyê komên çekdar ve ji xetên petrolê tên dizîn û piştre difroşin gel.
Petrola xam dema tê şewitandin bandora xwe li jiyana mirovan dike.