Li Qibrisê 34’mîn salvegera damezirandina PKK’ê ji aliyê Kurdistaniyan ve bi şahiyekê hate pîroz kirin.
Li bajarê Limasol yê Qibrisê di Komeleya Çanda Kurdî ya Teofilosê de 34’mîn salvegera damezirandina PKK’ê hate pîroz kirin, di pîrozbahiyê de Serokê Meclîsa Gel ya Demokratîk ya Qibrisê Saleh Zeybo axaftinek kir û da diyarkirin ku, tekoşîna PKK’ê rastiya gelekê ku hêjan nedihat naskirin û vîna wî derxistiye holê. Zeydo destnîşan kir ku, îro azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd pir nêzîke û wiha got: “Di sala 36’mîn de azadî li benda me ye.”
Şahiya ku li komeleyê hate kirin, piştî axaftinan sînevîzyon hate pêşkêş kirin. Bi stranên koroya zarokan û komên muzikê yên herêmê Koma Hevdem re dîlan girêdan û bê navber slogan jib o Ocalan û PKK’ê qêriyan.
Şahî heya demjimêrên dereng yên şevê dom kir.