Li Qibrisê bîranîna kesên li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dayîn

Li Qibrisê bîranîna kesên li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dayîn

Li bajarê Limasol ya li Qibrisê Serokê Meclîsa Gel ya Serêkaniyê û 5 endamên YPG’ê yên di 19’ê Mijdarê di encama êrîşên komên çete yên ketine bajarê Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dabû hatin bibîranîn.

Bîranîn li Navenda Çanda Kurdan ya Teofilosê pêkhat. Di bîranîna ku bihezaran Kurdistanî tevlîbûn, axaftin û pêşandana sînevîzyonê hate kirin.

Di bîranînê de Serokê Meclîsa Gel ya Qibrisê Saleh Zeybo axaftinek kir. Zeybo da diyarkirin ku, li Sûriyeyê di destpêka veguherînê de Tirkiye û 21 welatên Ereb, hewil didin ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê bikişînin nava şer. Zeybo destnîşan kir ku, ji bo Kurd nebin xwedî statur bi awayek vekirî piştgiriyê didin komên çete, gelê Kurd ev plan vala derxist û ji xwe re rêya 3’mîn hilbijart. Seydo got; “Bi vî awayî yekîneyên xwe bixwe çêkirin û destûr nedan ku şer belavî nava herêmên Kurd lê dijîn bibe.”

Hate diyarkirin ku, piştî komên çete yên di xeta El Qaîde û bipiştgiriya Tirkiyeyê di 8’ê Mijdarê li ser Tirkiyeyê re xwestin bikevin Serêkaniyê û di encama derketina pevçûna de Serokê Meclîsa Gel ya Serêkaniyê Abid Xelîl û 5 gêrîlayên YPG’ê jiyana xwe ji dest dan, YPG’ê di pevçûna 5 rojan de berxwedanek mezin nîşankirn û komên çete neçarman ku agirbestê îlan bikin.

Zeybo got, ji vê rojê pê ve ew dê di aliyê diplomatic, siyasî, aborî û her alî de li gel gelê Rojavayê Kurdistanê di nava hevgirtinekê de bin û bi vê armancê şemiya hefteya pêş de ew dê li bajarê Lefkoşa ber bi avahiya Neteweyên Yekbûyî ve bimeşin. Zeybo armanca vê meşê jî wiha rave kir: “Di van rojê dîrokî de gelê Rojavayê KUrdistnaê tenê hêlan jib ê wijdantiyê tiştek din nîne.” Zeybo bang li Kurdên Ewropa jî kir ku, bi gelê Rojavayê Kurdistanê re bin. Zeybo gotinên xwe bi wiha dawî lê anîn; “Pêwîste tu kes nebêje ez Efrînî me, ez Qamişloyî me, ez Amedî me, ez Mahabadî me, pêwîste em li gel gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê di nava piştevanî û yeketiyê de bin.”