Li Qadên Parastina Medya firînên keşfê

Li Qadên Parastina Medya firînên keşfê

HPG’ê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku artêşa tirk li Qadên Parastina Medya bê navber firînên keşfê dikin.

HPG’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de destnîşan kir ku balafirên hewayî yên bê mirov ên artêşa TC li qadên  Heftanîn, Metîna, Zap, Zagros, Xakurkê û Garê yên Girêdayê Qadên Parastina Medyane di navbera 20-21’ê cotmehê de di saetên sibê, nîvro û êvarê de firînên keşfê kirine. Her wiha hat diyar kirin ku firînên keşfê li gelek qadan berdeam dikin.