Li qadên gerîla faliyetên keşfê bê navber didome
Li qadên gerîla faliyetên keşfê bê navber didome
Li qadên gerîla faliyetên keşfê bê navber didome
HPG’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku di serî de li Qadên Parastina Medya û çoltera Şirnex û Qersê firînên keşfê hatine kirin.
Li gorî daxuyaniya ku HPG’ê daye, di navbera 13-15’ê îlonê de li Qendîl û çolgera Kaxizmana Qersê û Çiyayê Cudî yê Şirnexê firînên keşfê pêk hatine.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku di navbera 13-14’ê îlonê de li ser herêm Qendîlê ji aliyê artêşa TC ve bi wesayîtên hewayî yên bê mirov keşf hatiye kirin.
Her wiha hat hînbûn ku firînên keşfê yên di 15’ê îlonê de li Çiyayê Cudî destpêkirine didome.
Ligel vê di 14’ê îlonê de jî li qada Çemçe ya Kaxizmana Qersê jî saet di navbera 9.00 û 14.00’an de firînên keşfê pêk hatin. Di 15’ê îlonê de jî li qadên Çemçe Zîrve, Madur û Geliyê Hecî berdewam kir.