Li pêşiya Qesra Spî dirûşmên “Terorîst Erdogan” tên qîrkirin
Ji beriya hevdîtina Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serokê DYA’yê Trûmp, li pêşiya Qesra Spî xwepêşandanên protestoyê.
Ji beriya hevdîtina Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serokê DYA’yê Trûmp, li pêşiya Qesra Spî xwepêşandanên protestoyê.
Komekî ku li pêşiya Qesra Spî kom bûne, li dijî Erdogan dirûşim qîr dikin. Çalakgerên ku di destê wan de wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên YPG/YPJ’ê û wekîlên HDP’yî yên girtî hildane jor, tim dirûşmên “Terorîst Erdogan” û “Bijî Serok Apo” qîr dikin.
Her wiha li pêşiya Qesra Spî dirûşmên bi zimanê Îngilîzî yên mîna “Kujerê Zarokan Erdogan”, “Terorîst Erdogan”, “Bijî YPG”, “Erdogan û Barzanî yeksanî DAIŞ’ê ye”, “Erdogan yeksanî DAIŞ’ê ye, DAIŞ yeksanî Erdogan e” û “Azadî ji Demîrtaş û Yuksekdarg” re qîr kirin.
Çalakvanan daxwaz kirin ku PKK ji “Lîsteya Terorê” bê derxistin.
Hevdîtina Erdogan û Trûm li gorî saeta Tirkiyeyê di saet 19:40’an de pêk tê, li gorî saeta Ewropayê jî 18:40’an de ye.
Kurdish Americans In front if the White House before Trump- Erdogan meeting https://t.co/EqOYA7VzOV
— Mutlu Civiroglu (@mutludc) May 16, 2017