Li PE û YE banga alîkariya lezgîn a ji bo Kobanê

Li PE û YE banga alîkariya lezgîn a ji bo Kobanê

Li Civata Giştî ya Parlamenta Ewropayê (PE) di rûniştina lezgîn a bi sernavê "Li Kobanê rewşa dawî" de ku nûnerên Yekîtiya Ewropayê (YE) lê amade bûn, bal hat kişandin ser berxwedana dîrokî ya Kobanê û polîtîkayên Tirkiyeyê yên destekê dide DAIŞ'ê bi gotinên tund hatin rexnekirin. Di axaftinan de banga destekkirina berxwedana Kobanê hat kirin.

Di rûniştina li PE de destpêkê li ser navê YE Benedetto Della Vedova mafê axaftinê girt û got, "Em di wê baweriyê de ne ku divê bi her awayî destek jib o Kobanê bê kirin û di vî warî de em ketin nava hewldanan. Ji bo koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê tavilê destwerdanê bike û ji bo rayedarên Tirk korîdora însanî veke, me bang kir."

Di nîqaşên li civata giştî de ku du saetan dewam kir û ji partiyên çep heta yên rast nêzî 50 parlamenteran mafê axaftinê girtin, balkêş bû ku bi giranî nêrînên ji bo destekkirina têkoşîna Kurdan û berxwedana Kobanê, derketin pêş.

Hemû parlamenterên di Civata Giştî de mafê axaftinê wergirtin ji bo Kobanê gotin, "Bajarê sembol ê li dijî rêxistineke barbar têdikoş e" û ji bo şervanên YPG/YPJ'ê jî hat gotin, "Lehengên li dijî nûnerên nebaşiyê li ber xwe didin."

BAL HAT KIŞANDIN SER BERPIRSYARIYA TIRKIYEYÊ

Di axaftinan de hat ragihandin ku Tirkiye bi helwesta xwe ya heyî re nabe ku di bin sîwana YE de cih bigire û berxwedana mezin a li Kobanê hat silavkirin û hat destnîşankirin ku Srebrenîka û Stalîngrad ji nû ve tên jiyîn. Di êrîşên DAIŞ'ê de bal hat kişandin ser berpirsyariya Tirkiyeyê û parlamenterekî Îngilîz got, "Hûn ji lîderê Tirk bawer nekin ku niha gotinên xwe guhertiye. Eger kujerek bêje 'ez ê nekujim' nexapin ku ew ê êdî nekuje! Eger sibê firsendê bibîne wê careke din bikuje. Tirk di van rojên dawî de vê dike."

KÊ ÇI GOT?

Michelle Aliot Marie (Wezîra berê ya parastinê ya Fransayê): "Bajarê Kobanê hem gihaştiye asta şehîd hem jî bajarekî ku qelsiya me Yekîtiya Ewropa û cîhana Rojava nîşanî me daye. Lewma têkçûna Kobanê wê bibe sedem ku DAIŞ û komên mîna wê moralê werbigire. Ji ber vê yekê, gelo em ê ji bilî axaftinên xweş çi bikin? Polîtîkaya me ya derve û parastinê di vê mijarê de hat dîtin ku asê bûye. Ji we dipirsim: YE wê di rojên pêş de karibe bi awayekî zelal nîşan bide ku çi bike?"

Marie Christine Vergiat (Parlamentera Partiya Komunîst a Fransayê): "Em weke YE, ji bo dilê Tirkiyeyê xweş bikin, nabe ku em Kurdên bi kêrî karê me tê weke 'leheng' yên din jî weke 'terorîst' sûcdar bikin. Li holê ye ku helwesta Tirkiyeyê ya der heqê Kobanê de nayê qebûlkirin. Dem hatiye ku em li hemberî vê helwestê nîşan bidin. Tevî jinên Kurd ên şervan, li dijî cinawireke mîna DAIŞ'ê berxwedaneke mezin tê nîşandan. Dem hatiye em xwedî li vê derkevin. Ji bo şervanên PKK'ê karibin alîkariyê bidin xwişk û birayên xwe yên li Kobanê, divê bêyî dereng bikevin em êdî gavan biavêjin."

Charles Tannock (Parlamenterê Partiya Mûxafazakar a Îngilîz): "Mixabin em li xeteriya li ser berxwedana Kobanê bi awayekî zindî temaşe dikin. Pêwîstiya Kobanê bi çek û alîkariya însanî heye ku divê em vê yekê tavilê bikin. Têkoşîna Kurdan têkoşîna nûnerên şaristaniyê ye û divê em xwedî li vê derkevin. Divê em li cem Kurdan cih bigirin."

Marielle De Sarnez (Parlamentera Demokratên Lîberal a Fransayê MoDem): "Divê em hemû alîkariyên pêwîst ên ji bo Kobaniyên bi lehengî li ber xwe didin bikin."

Sabine Lösing (Parlamentera Partiya Çep a Elman): "Pêwîste em alîkariya çekan a ji bo Kurdan tavilê bikin. Divê em êdî PKK'ê tavilê ji lîsteya rêxistinên terorê derxînin."

Bodil Ceballos (Parlamenterê Partiya Keskan a Swêdê): "Weke YE divê em êdî dest ji lîstina lîstika 'Kurdên baş-Kurdên nebaş' berdin. Dem hatiye ku em êdî Kurdan weke mûxatab bibînin û bi wan re biaxivin."

Kati Piri (Parlamentera Partiya Karker a Macarîstanê): "Em nikarin bibin temaşevan ku DAIŞ li Kobanê moral û hêzê werbigire. Divê em ti carî destûra vê nedin. Lewma pêwîste em destekek tam bidin Kurdên bi lehengî li ber xwe didin. Divê Tirkiye êdî bi Kurdên xwe re li hev bê, ji bo vê jî pêwîste nexşeyeke rê ya cidî were destnîşankirni."

Bas Belder (Parlamenterê Partiya Dewletê ya Reformxwaz a Hollanda-SGP): "Gelek agahî hene ku nîşan didin Tirkiye destekê dide DAIŞ'ê. Ez bi xwe jî her tim nêzî helwesta Tirkan bûm. Pêwîstiya me di vî warî de bi agahdarkirinê heye."

Javier Nart Penalver (Parlamenterê Partiya Welatiyên Spanyayê): "Dema DAIŞ ewçend bi pêş ve çû, em li ku bûn? Nûnera YE ya Bilin Catherine Ashton xweş axivî. Lê heta niha me di pratîkê de tiştek nekir. Zimanekî bi tenê yê DAIŞ jê fêm dike heye, ew jî di pratîkê de tevgera li dijî wê ye. Vaye Kurd li Kobanê vê dikin. Eger tiştekî em bikin hebe, ev bi gotinê nabe, bi pratîkê dibe."

Ines Cristina Zuber (Parlamentera Partiya Komunîst a Portekîzê): "Berxwedana Kobanê piştevaniyê heq dike. Divê em hêjayî vê bin. Divê berpirsyarên van êrîşan teqez bên dîtin û cezakirin."

Mario Borghezio (Parlamenterê Lîga Bakur a Îtalya): "Mîna ku ji navê wê tê fêmkirin, DAIŞ dixwaze dewleteke Ereb a Sunnî ava bike. Eger ji ber vê yekê, bi wan re tevdigere."

Deirdre Clune (Parlameterê Partiya Fine Gael-Îrlanda): "Şêniyên Kobanê ne tenê bi zilaman bi jin û zarokan jî li ber xwe didin. Werin em hêjayî vê berxwedanê bin û desteka pêwîst bigihêjînin."

Eleni Theocharus (Parlamentera Partiya Seferberiya Demokratîk a Qibrisê-DISY): "DAIŞ çiqasî nûnerê mirin û sûcê li dijî mirovahiyê be, Kurdên Kobanê jî ewçend nûnerên mirovahî û rûmetê ne. Ji ber vê yekê divê em bi her awayî destekê bidin Kurdan."