Li paytext Parîs a Fransayê çalakiya protestokirina AKP’ê
Li ser banga Eniya Hevpar a li Dijî Faşîzmê li paytext Parîs a Fransayê çalakiya şermezarkirina faşîzma AKP’ê hate lidarxistin.
Li ser banga Eniya Hevpar a li Dijî Faşîzmê li paytext Parîs a Fransayê çalakiya şermezarkirina faşîzma AKP’ê hate lidarxistin.
Endamên Tevgera Jinên Kurd ên Firansa, SKB, NCKD Parîs, Kovara ODAK, TEV-ÇAND û Ciwanên Azad ên Parîs beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiya ku li pêşiya Dêra Notre-Dame ya Parîs de saet 14.00’an despêkir. Di çalakiyê de pankarta “Li dijî faşîzma Tirk dest bidin dest” û dirûşma “Diktator Erdogan” hatin berzkirin.
Di metna hevpar a ku di çalakiyê de hate dayîn ev tişt hate gotin: “Êrîşên rejîma faşîst a Erdogan û AKP’ê ya li ser Hevserokê giştî yên HDP’ê, li gel parlementer, girtina hevşaredarên şaredariyan û xespkirina şaredariyan, girtina çapameniya muxalîf, girtina rojnamevanan darbeyekî li dijî demokrasiyê ye.”
Çalakvanan daxwaz ji Fransa kir ku li dijî faşîza Erdogan bertek nîşan bide. Çalakî bi dirûşma “Em hemû HDP’yî ne” bi dawî bû.