Li parlementa eyaleta Sydneyê Newroz hate pîrozkirin
Kurdan û dostên wan li Parlementa Eyaleta Sydneyê Newroz pîrozkirin.
Kurdan û dostên wan li Parlementa Eyaleta Sydneyê Newroz pîrozkirin.
Li Parlementa Eyaleta Sydneyê Newroz hate pîrozkirin. Parlementerê Partiya Keskan Jamîe Parker û Parlementerê Partiya Karkeran Stephen Bali pêşengî ji vê pîrozbahiyê re kirin.
Parlementerên Partiya Keskan, Partiya Karkeran, Partiya Xirîstiyanên Demokrat, parlementerên serbixwe, nivîskar û parlementerên berê tevlî pîrozbahiyê bûn.
Parlementer Parker û Bali gotin ku “Newroz ji bo gelê Kurd roja mizgîniya hatina biharê ye. Kawayê Hesinkar li dijî Dehaqê zalim serhildan da destpêkirin. Lê mixabin îro gelê Kurd li welatê xwe tune tê hesibandin. Em li dijî Dehaqan bi Kawayan re ne.”
Hevserokên NCDK û Komîteya Jinan jî di pîrozbahiyê de axivîn û bal kişandin ser serfiraziya jinên Kurd li dijî çeteyên DAÎŞ’ê kirine.
Di axaftinan de qala tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û hate diyarkirin divê teqez Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.
Di çalakiyê de ji bo cangoriyên Helepçeyê rêz hate girtin, hunermendên herêmî û koma folklorê ya zarokan jî tevlî pîrozbahiyê bûn.