Li Parlamentoya Swêdê li dijî AKP û Erdogan axaftinên hişk

Li Parlamentoya Swêdê ji ber êrîşên AKP û Erdogan ên li dijî Kurdan nerazîbûnan xwe dan der. Parlamenteran destnîşan kirin ku divê Erdogan bedelên van kiryarên xwe bide.

Parlamentera Partiya Moderat (Mûhafazakar) Margareta Cederfelt, li dijî operasyonên qirkirina siyasî yên li ser Kurdan nerazîbûn nîşan da û di rûniştina Parlamentoya Swêdê de rexneyên hişk li AKP’ê kir. Cederfelt, xwest ku zextên li ser Kurdan bi dawî bibe û HDP’î bêne berdan.

Li Parlamentoya Swêdê, hefteya bihurî binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê hatin nîqaşkirin. Parlamenterên Partiya Moderat ku bi AKP’ê re têkîliyên xwe yên germ hene, diyar kirin ku Tirkiye hevpeymanên navneteweyî binpê dike, ji Swêdê û Yekîtiya Ewropayê daxwaz kirin ku li dijî hikûmeta Tirk bibin xwedî seknek zelal û li dijî wê pêkanînê hebin.

SJOSTEDT: TIRKIYE SÎNORÊN XWE DERBAS KIR

Lîderê Partiya Çep Jonas Sjostedt ragihand ku beriya civîna Yekîtiya Ewropayê bi Serokwezîr Stefan Lofven re nîqaş kirine, gotiye sînorên domandina têkîliyên dostane jî hene û rewşa li Tirkiyeyê wiha vegot:

“Tenê piştî vê nîqaşê, rewşa li Tirkiyeyê hê xirabtir bû.  Wekîlên mûxalîf ên li welêt ji ber polîtîkayên li welêt, mînak ji ber behsa mafê Kurdan kirine hatin girtin. Me tiştên nedîtî dîtin. Buroyên HDP’ê hatin wêrankirin, şewitandin. Belgeyên partiyê hatin dizîn. Li dewleteke polîsan a wek Tirkiyeyê, bêyî destûra hikûmetê ev pêk nayên. Ev tenê bi destûra hikûmetê dibe.”

Sjostedt bi lêv kir ku êdî Tirkiyeyê sînorên xwe derbas kirine û divê helwestek hê zelaltir bibîen û heta li Tirkiyeyê pêşketinek demokratîk çêbibe divê muzakereyên endamtiya YE bên rawestandin an jî cemidandin, her wiha hevpeyaman ku YE ji bo penaberan îmze kirine bê betalkirin û got; “Eger Tirkiyeyê sînorên xwe derbas nekiribe, dema çi bike wê derbas bike?”

Nîqaşa duyem a li Parlamentoya Swêdê jî mabeyna Wezîra Karên Derve Margot Wallstrom, Parlamenterên Partiya Çep Hans Lînde û Amîneh Kakabaveh, Parlamentera Partiya Karkerên Sosyal Demokrat Lawen Redar û Parlamentera Partiya Moderat Margaretha Cederfeldt de derbas bû.

Parlamenterê Partiya Çep û Berdevkê wê yê Polîtîkayên Derve Hans Lînde û Parlamentera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh bi pêşnûmeyên cuda,  binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiye û Kurdistanê bi mînakên şênber û hejmaran anîn rojevê, daxwaz kiribûn ku mijar li parlamentoyê bê nîqaşkirin û li dijî hikûmeta AKP’ê pêkanînên hebin.

WALLSTROM: DIVÊ RÊVEBERÊN HDP’Ê BÊN BERDAN

Wallstrom, diyar kir ku ji bo rêveberên HDP’ê bên berdan ketiye nav hewldanan, xwest ku rêveberên HDP’ê bên berdan û partî li parlamentoyê xebatên xwe bidomîne.

Wallstrom destnîşan kir ku ji bo guherîn li Tirkiyeyê çêbibin, hikûmeta wan di şexsê YE, AGÎT, NY de ketiye nav hewldanan û têkîldarî binpêkirinên mafên mirovan bi rayedarên Tirk re civiyane û got; “Hikûmet ji bo Tirkiye demokratîk bibe, wê diyalog û piştgiriya xwe ya bi komên têkoşer re bidomîne.”

LÎNDE: DIVÊ ERDOGAN BEDELÊ GIRTINA HILBIJARTIYAN BIDE

Lînde, bi bîr xist ku piştî girtina hevserokên giştî yên HDP’ê û parlamenteran çûye Amedê û bi rêveberên HDP, DBP, KJA û ÎHD’ê re civiyaye, binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê bi mînakên şênber dûvdirêj vegot û wiha pê de çû;

“Peyama jin û mêrên wêrek ên me hev dîtin, zelal bû; ‘Erdogan em nepelçiqandin. Em ê teslîm nebin. Em ê têkoşîna xwe ya mafên mirovan û demokrasiyê bidomînin, lê pêwîstiya me bi destek û piştevaniyê heye.’ Divê em li pey gotinên xwe bin, zextê zêde bikin û bedela girtina nûnerên gel ji Serokkomar Erdogan bistînin.”

Lînde, îfade kir ku gotinên niha Wallstrom dike beriya niha bi salekê bûya wê watedar bibûya, lê niha gotin têrê nakin û divê zext bê zêdekirin. Lînde, got ji ber gotinên Wezareta Derve ya ku wê muzakereyên endamtiya YE a Tirkiyeyê bidome û ji ber wezîfeya nobedariya sînor pereyan bidin Tirkiyeyê, xemgîniyên xwe anîn ziman.

KAKABAVEH: DIVÊ HEVDÎTINÊN AŞTIYÊ DEST PÊ BIKIN

Parlamentera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh diyar kir ku zehmet e mirov ji Tirkiyeyê re bibêje dewletek hiqûqê û piştî bal kişand li ser girtinên wekîlên HDP’î, hevşaredarên Kurd û rojnamevanan, nêzîkatiya Tirkiye û YE ya li beramberî PKK’ê rexne kir.

Kakabeveh, destnîşan kir ku gel li pişt PKK’ê ye û berê xwe da Wallstrom û pirsî; “Ji bo şer raweste û alî dîsa dest bi hevdîtinên aştiyê bikin hûn difikirin ku çi bikin?”

CEDEREFLDT: DIVÊ ZEXTA LI SER KURDAN BÊ BIDAWÎKIRIN

Parlamentera Partiya Moderat ku partiya birayê AKP’ê ye, Margareta Cederfelt, diyar kir ku ji bo pirsgirêkên li Tirkiyeyê bên çareserkirin divê aliyên ku şer dikin dîsa li hevdîtinên aştiyê vegerin û xebatên welatên navneteweyî yên di vî warî de rexne kir.

Cederfeldt ragihand ku çend caran çûye Tirkiyeyê û bûye şahidê zextên ku li gelê Kurd tê kirin, wiha axivî; “Kurdek xwedî maf e ku mîna tevahî mirovên din sûdê ji rêgezên dewleta hiqûqê bigire û divê zextên li ser Kurdan bên bidawîkirin.”