Li Parîsê têkildarî ‘tecrîd’ê panel hate lidarxistin

Dînç: Tecrîd ne tenê bi girtîgehê bi politîkayên cûda hate xwedîkirin. Mirovahî mehkumî birçîbûnê hate kirin,mirov hatin îxrackirin û em dibînin ku ev pêvajo hê jî didome.

Li paytexta Fransa Parîsê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) têkildarî tecrîdê panêl hate lidarxistin. Parezerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç û Endamê Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) Şukran Sîncar li panêlê axivîn.

51 çalakgerên ku ji roja Înê ve li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) di greva birçîbûnê de ne, Endama Konseya Netewî ya Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) Fabîenne Lefevbre û Seroka Kurdistan-France Sylvîe Jan beşdarî panelê bûn.

Panel bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û parêzerê Ocalan Mazlûm Dînç axivî û wiha got; “Ocalan ji sala 1999’an ve tê tecrîdkirin û tecrîd her roja diçe girantir dibe. Ev sê sal in ji Ocalan agahî nayê girtin. Rêzdar Ocalan dema 1999'an Komploya Navdewletî pêk hat, ev wekî destpêka planên DYA'yê û hêzên navnetewî yên li ser Rojhilata Navîn nirxand û diyar kir di şexsê wî de hatiye xwestin ku Tevgera Azadiyê li Rojhilata Navîn were tasfiyekirin.''

Dînç got, tecrîd ne tenê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, hedef gelê Kurd e û bi domdarî got; “Tecrîd ne tenê bi girtîgehê re bi politîkayên cûda jî hate xwedîkirin. Mirovahî mehkûmî birçîbûnê hate kirin, mirov hatin îxrackirin û em dibînin ku ev pêvajo hê jî didome. Tam di vê nuqteyê de divê hemû kes bizane pirsgirêk ji ku xira bûye û divê çareseriyê jî li wir bigere.”

Dînç anî ziman ku ji bo ku bikaribe Ocalan rola xwe bileyze divê tenduristî, azadî û şert û mercên ewlehiyê pêk werin û wiha domand; “Daxwazên me ne tenê rojekê yan seatekê yan jî pêkanîna şert û mercên hevdîtina Rêzdar Ocalan e. Jixwe dîlgirtina 20 salan a Rêzdar Ocalan bixwe bêhiqûqî ye. Eger dixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin, dixwazin Tirkiyeyê demokratîk bikin, dixwazin Rojhilata Navîn demokratîk bikin divê vê nuqteyê de pêşiya Rêzdar Ocalan bê vekirin. Û ji bo vê jî divê hemû kes tişta bikeve ser milê wî pêk bîne.”

SÎNCAR: EM DI DEMEKÎ KU HÊVIYÊN AZADIYÊ TÊ AVAKIRIN RE DERBAS DIBIN

Aktivîsta TJK-E Şukran Sîncar jî got faşîzma li Tirkiyeyê tenê bi Tirkiyeyê re sînordar nîne.  Sîncar bal kişand ser têkoşîna ku li Ewropa were kirin û wiha got; “Em ji pêvajoyek girîng  derbas dibin û di vê demî de divê jinên Kurd rolekî girîng bileyzin. Em ji demeke wiha  ku hêviyên azadiyê tên avakirin  derbas dibin. Bi vê wateyê  divê destpêkê em jin azad bin û ji bo azadiya gelên din bibin hêvî. Îmralî ne tenê tecrîd e, şerê herî mezin li Îmraliyê tê kirin û dîsa şerê herî mezin di nava malabatê de tê rêvebirin. Azadiya Ocalan bi vê wateyê ji bo jinan gelekî girîng e û di vê zilamtiya di nava malbatê de were guhertin û veguherandin.”

Endama Konseya Netewî ya Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) Fabîenne Lefevbe bi gotina “Rojbaş” çalakger silav kir.

JAN: DIVÊ PKK JI LÎSTEYA TERORÊ WERE DERXISTIN

Seroka Kurdistan-France Sylvîe Jan jî ev tişt got; “Dilê min bi were ye. Berî her tiştî we xwest em werin vir û ji nêz ve silav bidin parêzerên Rêzdar Ocalan. Ji bo min û ji bo me gelek tiştan îfade dike. Em bi wê bawer in ku mafê parastinê li hemû cîhanê divê bi adilane pêk were. Agahî negirtina ji Ocalan ji bo parêzerên Ocalan, malbata Ocalan û kesên ku jê hes dikin û fikrên wî diparêzin rewşeke giran e. Ji bo wê jî hebûna parêzerên wî li vir û têkoşîna wan ji bo me gelek girîng e û em silav dikin. Berdana Ocalan a fizîkî gelek girîng e û bi vê re jî divê PKK ji lîsteya terorê were derxistin.”

Jan bal kişande  ser biryara Dîwana Edaletê ya Ewropa û wiha got; “ Vê biryarê diyar kir ku tin hincet nebû ku di navbeyna salên 2004-2017'an PKK di nav lîsteya terorê de be.''

Jan, got ji bo ku Ocalan were berdan û PKK ji lîsteya terorê were derxisstin têdikoşin û dawiyê jinên di greva birçîbûnê de û Tevgera Jina Kurd slav kir.