Li Parîsê tecrîda li ser Ocalan hate protestokirin
Kurdistaniyên li paytext Parîs a Fransayê bi armanca azadiya Ocalan çalakiyek lidar xistin.
Kurdistaniyên li paytext Parîs a Fransayê bi armanca azadiya Ocalan çalakiyek lidar xistin.
Li ber peravê Drance ya Parîsê, bi armaca protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya kon hate lidarxistin.
Çalakiya kon a ji aliyê encamên Meclîsa Navenda Civaka Kurd a Dmeokratîk a Drancyê ve hate lidarxistin, li çaryana navenda Drancyê bi tevlîbûna gelek Kurdistaniyan ve pêk hat.
Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa “Ji Ocana re azadî” hate vekirin, bi sedan belavokên ku balê dikişîne ser rewşa Ocalan û tecrîda girankirî ya li ser tê kirin, hatin belavkirin.
Di axaftinên ji aliyê hevserokên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Drancy ve hate kirin de wiha hate gotin: “Heta ku Rêbertiya xwe azad bikin em ê tin di nava çalakiyan de bin.”
Çalakî bi dirûşmên “Ji Ocalan re azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” ve bi dawî bû.